Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Serokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de “rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û hilbijartinên Îraqê” hatine gotûbêjkirin.
Her du aliyan bal kişandiye ser ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya siyasî ya welat û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê ya bi rêya diyalog û lihevkirinê.
Wan her wiha mijarên wekî “paşeroja pêvajoya siyasî, hilbijartinên Îraqê û beşdariya hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Îraqê” jî nirxandine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse