Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand ku betlaneya sersalê 25ê Kanûna Pêşîn li hemû dibistanên Herêma Kurdistanê dest pê dike û 10 rojan berdewam dike.
Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ji Rûdawê re ragihand:
"Îsal li gorî par ezmûnên serdema yekem zûtir tên kirin û ev yek di berjewendiya xwendekaran de ye."
Ezmûnên demsala yekem a sala borî ya xwendinê 4ê Kanûna Paşîn a 2025an dest pê kiribû.
Wezîrê Perwerdeyê got, "Îsal ezmûnên demsala yekem 15ê Kanûna Pêşîn tên kirin."
10 roj betlane
Wezîrê Perwerdeyê derbarê betlaneya sersalê ji Rûdawê re got:
"Ji 25ê Kanûna Pêşîn ve li hemû dibistanan heta 3yê Kanûna Paşîn betlaneya fermî ye.
4ê heman mehê dewama asayî û serdema duyem a xwendinê dest pê dike."
Wezîr da zanîn "Îsal milyonek û 965 hezar xwendekar li dibistanên taybet û fermî dixwînin."
Salane li Herêma Kurdistanê nêzîkî milyonek û 800 hezar xwendekar li zêdetirî 7 hezar dibistanan dixwînin.
Ji sedî 57ê dibistanan li Hewlêr û Dihokê û ji sedî 43 jî li Silêmanî û Helebceyê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse