Hewlêr (Rûdaw) – Endamên PDK û YNKê li ser wê yekê li hev nekirin ka civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê li navçeya Qerehencîr an jî li hola encûmenê ya li Kerkûkê pêk bê. Ev yek di demekê de ye, ku herdu partî jî baş dizanin, ev ji hevdûrî û pirtûbelavî ji bo Ereb û Tirkmenan derfeteke zêrîn peyda kiriye, ku bikarin bêyî çavdêrî çi bixwazin bikin.
Endamekî YNKê yê encûmena parêzgeha Kerkûkê rewşa bajar bi van gotinan pênase dike: “Bajarê bêxwediyan e. Li Kerkûkê hemû kes ji box we dike û ti kes nîne destê xwe bixe bin kevirê me rake.”
PDK û YNK nakok in
Çend roj beriya sersalê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser wê yekê rêkeftin, ku encûmena parêzgeha Kerkûkê yekemîn civîna xwe ya piştî bûyerên 16ê Cotmehê pêk bîne. Herwiha rêkeftin hatibû kirin, ku di vê civînê de behsa van herdu xalan were kirin; gotûbêjkirina rewşa Kerkûkê û herwiha parvekirina postên îdarî û ewlekariyê.
Endamê lîsteya PDKê yê encûmena parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal di vê derbarê de dibêje: “Me got emê li Qerehencîr civîna encûmenê bikin. Lê diyar e, ku biryarên YNKê li gel endamên Tirkmen û Ereb nivîsînek îmze kirine da ku civîn li hola encûmena parêzgehê were dazkirin. Em jî vê peyê pesend û qebûl nakin. Çimku me gotiye, em di vê rewşê de naçine Kerkûkê, ku pasevanên me hertim dar di destê wan de be.”
Lê endamê YNKê yê encûmena parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî berovajiyê van gotinan diaxive û dibêje, YNK ne li dijî wê yekê ye, ku civîn li Qerehencîr çêbibe lê endamên Ereb û Tirkmen qebûl nakin.
Eskerî dide xuyakirin: “Endamên Tirkmen û Ereb dibêjin, avahiya encûmena parêzgehê hilneweşiyaye.”
Li gorî nêrîna Ehmed Eskerî êdî pêwîst nake ji PDKê daxwaza vegera Kerkûkê bikin û di heman demê de îdîa dike; “PDK naxwaze bi vî awayî vegere Kerkûkê, ew dixwazin li gel hikûmeta Bexdayê rêkeftinê bikin, paşî vegerin.”
Kesayetekî civakî yê navçeya Çemçemalê yê bi navê Şêx Mamend Axa, du hefte beriya sersalê, pêşniyarek pêşkeşî endamên Lîsteya Biratî (endamên Kurd) ên encûmena parêzgeha Kerkûkê kir.
Şêx Mamend Axa ji bo şkandina cemeda di navbera aliyên kurdî de û herwiha ji bo li hev nîzîkkirina wan, xwest endamên encûmena Kerkûkê li mala wî bicivin.
Lê Mihemed Kemal dibêje, ev pêşniyar ne ji bo civîna encûmenê bûye, tenê ji bo komkirina endamên lîsteya biratiyê bûye.
16ê Cotmehê hemû tişt guhert
Heta roja 16ê Cotmeh, kurd desthilat û serwerê rastîn ê Kerkûkê bûn. Parêzgar û berpirsên yekemîn ên hêzên ewlekariyê Kurd bûn. Çendîn nivîsînên fermî yên wezaretên Iraqê, ku piştgiriya erebên hawirdekirî dikir, dihatine piştguhxistin. Lê çend roj piştî 16ê Cotmehê, hemû tişt hate guhertin û niha neteweya xwedan postên bilind û piraniyê, bêdeng bûne.
Endamê Yekgirtûya Îslamî ya encûmena parêzgeha Kerkûkê Ciwan Hesen Arif diyar dike: “Heta ku rewş bi vî awayî tevlîhev be, ev bi dilê Ereban e. Tirkmen jî 9 endam in û ew ji Kurdan zêdetir şepirze û di nava xwe de nakok in. Beşek ji wan dixwazin parêzgariya Kerkûkê ya wan be û beşek jî daxwaza serokatiya encûmenê dikin. Herwiha beşeke Tirkmenan jî serbixwe diaxivin.”
Bi nêrîna Hesen Arif, di vê rewşê de lîsteya Kurd û Tirkmenan ti feydeyê nakin û Ereb sûdmend dibin.
Rewşa Kerkûkê rastrast bandorê li Xurmatû jî dike
Navçeya Xurmatû jî di nava agirê 16ê Cotmehê de şewitî û hê jî venegeriyaye ser parêzgeha Kerkûkê. Berpirsên Kurd di wê baweriyê de ne, ku çareserkirina pirsa Kerkûkê rasterast bandorê li rewşa Xurmatû jî dike.
Cîgirê Berpirsê Malbenda YNKê yê Xurmatûyê Hesen Baram dibêje: “Dema şanda 3 partiyên Kurd û şanda gelê Xurmatûyê serdana Bexdayê kir, soz dan kuy rewş bê aramkirin. Lê piştî wê serdanê mala hemwelatîyekî Kurd li taxa Komarî ya Xurmatûyê hate teqandin. Ev di demekê de ye, ku fewcekî artêşa Iraqê li navçeyê ye.”
Pêşniyara hatina leşkerên amerîkî
Hesen Baram di wê baweriyê de ye, ku eger Kurd bêyî desthilat vegerin Kerkûkê û Xurmatoyê, rewş naguhere. Ji lewma pêşniyar dike, ji bo heyama salekê hêzekî amerîkî were li Kerkûk û Xurmatûyê bicîh bibe. Ev hêz ji bilî parastina ewlekariya herêmê, çavdêriya cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê bike.
Piraniya xanî û dikanên Kurdan ên li Xurmatû hatine şewitandin û teqandin. Zêdetirî 50 hezar Kurdên navçeyê koçberê bajarên Kurdistanê bûn.
Hesen Baram dide zanîn, niha çend kurdek di nava Xurmatû de mane û ew jî di nava tirseke mezin de dijîn.
Endamê lîsteya PDKê yê encûmena parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal heman pêşniyarê gucaw dibîne û piştgirî dide. Navborî dibêje: “Ya baş ew e, ku hêzeke amerîkî li gel pêşmerge û artêşa Iraqê bi hevbeşî li Kerkûk û Xurmatû bin. Em dizanin Bexda vê yekê qebûl nake lê niha çareseriya herî baş ev e.”
Di du hefteyên derbasbûyî de diyardeyekî din jî li ser pirsgirêkên Kerkûkê zêde bûye. ew jî kuştina kesayetên diyar ên bajar e.
Bi nêrîna Ehmed Eskerî sedema hemû pirsgirêkan ew e, ku encêmena parêzgeha Kerkûkê kom nabe û Kurd jî venagerin ser postên xwe.
Eskerî dibêje: “Bierebkirin ne pir belav e lê ti kes nîne ji destê wan bigre û bêje we nekin. Wezîr û rêveber bi dilê xwe mirovan dibin û tînin. Hemû kes ji bo xwe dike û bajar bê xwedî ye.”
Mihemed Kemal jî diyar dike: “Em dibêjin ku di vê rewşê de venagerine Kerkûkê. Mebesta me ew e, ku emê bi awayekî herin Kerkûkê da ku bikarin berevaniya xwe û gelê xwe bikin.”
Nivîsîn: Necmî Salih
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse