KERKÛK - PDK û YNKyê ji bo yekîtiyê gava yekem avêt

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kerkûk PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên herêmî yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Kerkûkê civîna xwe yekem li dar xist.

Di civînê de ji bo pêkanîna Encûmena Parêzgehê behsa yekdengiyê hat kirin.

Berpirsê rêxistina PDKyê yê parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal û nûnerê YNKyê yê Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd civiyan.

Civîna ku roja sêşemê li Kerkûkê hat lidarxistin, piştî ku artêşa Îraqê û Heşdî Şebiyê Çiriya Pêşîna 2017an bajar bi dest xistin, civîna yekem a di navbera serkirdeyên herêmî yên her du partiyan de bû.

Endamê PDKyê Mihemed Kemal piştî hevdîtinê ji rojnamegeran re axivî û got, “Me biryar da ku em bi hev re bixebitin.”

Endamê YNKyê Rewend Mela Mehmûd jî tekez kir ku pêwîst e hemû pêkhateyên Kerkûkê derbarê pêkanîna hikûmeta xwecihî de bigihin fikrekî hevbeş.

Rewend Mela Mehmûd di bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed de got:

“Me civîneke cidî ya derbarê pêkanîna hikûmeta xwecihî de pêk anî, me li ser wê yekê li hev kir ku pêwîst e em yekrêz bin û bi aliyên din re jî li hev bikin.”

YNKyê di hilbijartinên encûmenên parêzgeha Kerkûkê ya ku 18ê Kanûna Pêşînê hat lidarxistin de herî zêde deng bi dest xistibûn.

YNKyê ji 16 kursiyên encûmena parêzgehê 5 kursî û PDKyê 2 kursî bi dest xistin.

Rewend Mela Mehmûd tekez kir ku li gorî encamên hilbijartinan mafê partiya wî heye ku posta Parêzgarê Kerkûkê wergire.

Di encûmena parêzgeha Kerkûkê de Ereban 6 û Tirkmenan jî 2 kursî bi dest xistin.

Tê zanîn ku nûnerê Xirîstiyanan a ku ji kotaya pêkhateyan hatiye hilbijartin, xwedî pêwendiyên baş ên bi YNKyê re ye.

Li gorî qanûnê, encûmena bajêr dikare herî kêm bi 9 ji 16 kursiyên ku ji bo bajêr hatine veqetandin, ango ji sedî 50 + 1 were destnîşankirin. Encûmen jî parêzgar hildibijêre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst