کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Li Şingalê 4 mezargehên Şîe hatine avakirin

Tehsîn Qasim

Tehsîn Qasim

09-01-2021
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Peyamnêrê Rûdawê yê li Şingalê ye, ji sala 2016an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike.
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim09-01-2021
Peyamnêrê Rûdawê yê li Şingalê ye, ji sala 2016an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Şingal (Rûdaw) – Ji kontrolkirina Şingalê heta niha mezargehên Şîe hatine avakirin û Kurdên Êzidî jî vê yekê weke metirsiyeke mezin dibînin û hişyariyê didin ku “cografiya deverê ji destê Êzidiyan derdikeve.”

Şîeyên Şingalê bingeheke rewşenbîrî li navenda bajarê Şingalê vekirin ji bo vehewandina xelkê û fêrkirina zarokan bo çanda Şîe. Herwiha biryar hatiye dayîn di van demên nêzîk de li tenişt wê bingehê, dê Huseyniyek jî bê avakirin.

Ebas Ebdulla, mixtarê Şîe li Şingalê dibêje, “Mezargeha Seyda Zeyneb ku DAIŞê têk biribû hat avakirin. Em dê Huseyniyê jî ava bikin.”

Şieyên Şingalê tenê li navenda bajar in û piraniya wan Kurd in û beşa din jî ji netewa Ereb in. Amareke rast li ser hejmara wan nîne. Lê Êzidî dibêjin, roj bi roj hebûna wan zêdetir û berçavtir dibe.

Hezar 400 sal berî hatina Misilmanan Êzidî li Şingalê hebûn û Êzidî guherîna cografiya Şingalê wek karesatekê dibînin.

Xîru Murad, dukandar, dibêje, “Heşda Şeibî di Şingalê de ye û desthilat di destê Şîeyan de ye.”

Ilyas Hecî, xwendekar, dibêje, “Hemû dizanin piştevaniya Şie ji Necef û Kerbela ye û mezargehan ava dikin û cografiya Şingalê tê guherîn.”

Li Şingalê 28 mezargehên Êzidiyan hebûn û 8 ji wan ji aliyê DAIŞê ve hatin rûxandin û hîn nehatine nûjenkirin.

Beriya DAIŞê tenê yek mezargeha Şîe hebû û niha 4 mezargehên Şîe li navenda Şingalê hatine avakirin.

Mîrza Bekir, mamoste, dibêje, “Bêguman cografiya deverê dê ji destê Êzidiyan derkeve, eger Êzidî venegerin. Şîe vedigerin û mezargehên xwe ava dikin. Gund û mal hemû dê ji destê Êzdiyan derkevin.”

Ji ber ku Şîe dibêjin, malbata me ya Elî piştî şerê Kerbela bi rêya Şingalê derbasî Şamê bûn û 3 şev û 3 rojan li Şingalê man, Şingal ji bo wan jî bû cihekî taybet.

Di demekê de ku Şingal mezintirîn bajarê Kurdên Êzidî lê niha hêdî hêdî hejmara mezargehên Şîe li Şingalê zêde dibin.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên