Rêya Colemêrg û Çelê hat girtin

09-05-2024
Nîşan Colemêrg Çelê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya Colemêrgê û navçeya wê ya Çelê ji ber zinar, teht û latên ku ji çiya ketin hat girtin.

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê çend roj in baraneke zêde dibare.

Şeva borî derdora saet 22:00yan li ser rêya Colemêrg û Çelê ji ber şiliya zêde lat, teht û zinar ji çiya ketin ser rê.

Welatiyê bi navê Zelal Açar bi kamyoneta xwe di nav lat û zinaran de ma.

Zelal Açar piştre dev ji kamyoneta xwe berda û xwe xelas kir.

Lat û zinarên ku ji çiya ketin zerareke zêde daye rê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst