Piştî baranên bibereket ava Sûlava Bêgiriyê zêde bûye

09-05-2024
Sûlava Bêgiriyê / Wêne: AA
Sûlava Bêgiriyê / Wêne: AA
Nîşan Sûlava Bêgiriyê Wan Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî baranên bibereket ava Sûlava Bêgiriyê ya li navçeya Bêgiriyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê zêde bûye.

Çend rojên dawî li tevahiya Bakurê Kurdistanê baraneke zêde bariya û berfa li çiyayan jî hêdî hêdî dihele.

Piştî barana gur û helîna berfa li çiyayên nêzîk, Sûlava Bêgiriyê jî bi coş diherike.

Geştyaran ji bo dîmenên newaze berê xwe daye navçeya Bêgiriyê.

Wênegir jî ji bo tomarkirina dîmenan diçin Sûlava Bêgiriyê.

“Min bi dilxweşiyeke zêde wêne girtin”

Wênegira ji Îzmîrê Beyzanur Dedeyê got:

“Ez ji xwezayê gelekî hez dikim. Li vê derê jî hevaleke min heye.

Ji min re got divê tu wêneyê vê derê jî bigirî û ez hatim vê derê.

Ji ber ku îsal berfeke zêde bariya, min dîmeneke newaze dît.

Min bi dilxweşiyeke zêde wêne girtin.”

Her sal bi hezaran geştyarên ku xweza, çand û dîrokê meraq dikin berê xwe didin Wanê.

Geştyar Yasemin Doganay li ser bedewiya vê derê wiha axivî:

“Sûlava Bêgiriyê xweşikayiyeke Bêgiriyê ye û divê teqez were dîtin.

Helbet ji ber şiliya zêde bi hêz diherike. Dîmeneke şahiyê ye. Divê hemû kes bibîne.”

Li gorî amarên ku Şaxa Saziya Kompanyayên Geştyariyê yên Tirkiyê (TURSAB) ya Wanê bi Rûdawê re parve kirine, sala 2023yan 2 milyon û 180 hezar geştyar çûne Wanê.

Saziyê da zanîn milyonek û 580 hezar ji wan geştyarên biyanî û 600 hezar jî geştyarên cihî bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst