Baba Çawîş: Em dixwazin Nêçîrvan Barzanî master plana Lalişê bicîh bike

09-06-2019
RÛDAW
Baba Çawîş pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
Baba Çawîş pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serok Herêma Kurdistanê Baba Çawîş Laleş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baba Çawîş ku kesayetekî Kurdê Êzdî ye li Lalişê, di derbarê dest bikarbûna Nêçîrvan Barzanî de weke Serokê Herêma Kurdistanê, ragihand ku ew dixwazin Nêçîrvan Barzanî master plana Lalişê bicîh bike ku beriya şerê DAIŞê ji aliyê wî bixwe ve hatibû danîn.

 

Baba Çawîş bi rêya Rûdawê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Baba Çawîş diyar jî kir ku ew li bendê ne Serokê Herêma Kurdistanê di mijara avadankirin û master plana Lalişê de karê pêwîst encam bide û got: “Em pîrozbahiyê Ii Nêçîrvan Barzanî dikin. Em bawer dikin ku dê serkeftî. Hinek daxwazên me ji wî hene. Piştî ku wek Serok dest bi kar em dixwazin master plana Lalişê bicîh bike ku beriya şerê DAIŞê ji aliyê wî bixwe ve hatibû danîn. Laliş hewceyê avakirnê ye.”

 

Kesayetê Kurdê Êzdî yê Lalişê herwiha da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî hêj roja despêkê de ji bo rizgarkirina revandiyên ji aliyê DAIŞê ve ofîs vekiriye û di wî warî de gelek bûye alîkar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst