Urmiye - Di 80 rojî de tonek madeyên hişbir hatin bidestxistin

09-06-2025
RÛDAW
Nîşan Urmiye Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê, di operasyonên dijî madeyên hişbir de ku di nava 80 rojên dawî de hatin kirin, zêdetirî tonekê madeyên hişbir hatin bidestxistin.

Her wiha di encama operasyonan de 5 hezar kes hatin desteserkirin.

Birêvebirê Ewlehiyê yê Parêzgeha Urmiyeyê Rehîm Cîhanbexş, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji 21ê Adara 2025an ve di lêgerînan de tîman dest danîne ser rêjeyeke zêde ya madeyên hişbir.

Cîhanbexş got, “Di 80 rojên dawî de zêdetirî tonekê madeyên hişbir hatin desteserkirin.

Ji 5 hezar kesên ku hatin binçavkirin, 463 kes firoşkarên madeyên hişbir û 4 hezar û 489 kes jî bikarhêner in.”

Cîhanbexş anî ziman ku par jî operasyonên bi vî rengî berdewam kirine û bi bîr xist ku di sala 2024an de bi giştî 4 ton û 700 kîlogram madeyên hişbir hatine hatine bidestxistin, 297 qaçaxçî hatine girtin û 61 şebekeyên qaçaxçîtî û transitê hatine têkbirin.

Urmiye, ji ber cîrantiya xwe ya bi sînorên Bakurê Kurdistanê (Tirkiye), Herêma Kurdistanê û Azerbeycanê re, bi salan e wekî xaleke girîng a derbasbûnê di rêya qaçaxçîtiya madeyên hişbir de tê zanîn.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, her sal tenê li parêzgeha Urmiyeyê nêzîkî 5 ton madeyên hişbir tên bidestxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst