Hewlêr (Rûdaw) - Lêkoler Emar Cilo li ser “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê” got, "Dibe ku konferans tovekî nû be ji bo çalakkirina jiyana siyasî bêyî ku bi yek navçeyê yan jî yek pêkhateyê ji pêkhateyên gelê Sûriyeyê sînordarkirî be."
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 8ê Tebaxê li Hisîçayê hatibû lidarxistin, bû sedema nerazîbûneke tund a Hikûmeta Sûriyeyê.
Şamê konferans wekî binpêkirina Rêkeftina 10ê Adarê bi nav kir û ragihand ku ew dê beşdarî dan û standinên Parîsê nebe.
"Hikûmeta Sûriyê beşdarî tu civînên li Parîsê nabe"
Li gorî Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê, çavkaniyekê ji Hikûmeta Sûriyeyê ragihandiye ku ew konferansa li Hisîçayê wekî "derbeyek li dijî hewlên dan û standinê" dibînin û ji ber vê yekê ew ê beşdarî ti civînên li Parîsê nebin.
Heman çavkaniyê daxwaz ji navbeynkarên navneteweyî kiriye ku hemû dan û standinan veguhêzin paytext Şamê.
"Dibe ku tovekî nû be"
Lêkolerê Navenda Diyalogê ya li Washingtonê, Emar Cilo ji Rûdawê re ragihand ku dibe ku helwesta Hikûmeta Sûriyeyê ya derbarê beşdarnebûna lûtkeya Parîsê de ne yekalî be û got:
"Daxuyaniya Hikûmeta Sûriyeyê derbarê beşdarnebûna lûtkeya Parîsê ne piştrastkirî ye.
Dibe ku yek ji pêşinyaran be wekî bersivdan li ser konferansa Hisîçayê.
Wekî yek ji karvedanan diyar e ku aliyên sûriyeyî yên fermê û fermî ber bi tundkirinê diçin bêhtir ku ber ber hêminkirinê biçin.
Dibe ku konferans tovekî nû be ji bo çalakkirina jiyana siyasî bêyî ku bi yek navçeyê yan jî yek pêkhateyê ji pêkhateyên gelê Sûriyeyê sînordarkirî be."
"Em pabendî diyalogê ne"
Li hemberî vê helwesta Şamê, Rêveberiya Xweser pabendbûna xwe bi diyalogê ducare kir.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di daxuyaniyekê de got, "Em pabendî Rêkeftina 10ê Adarê ne û ji bo temamkirina gotûbêjan di civîna bê ya Parîsê de amade ne."
Îlham Ehmedê her wiha destnîşan kir ku ew di her firsendê de tekeziyê li ser "Sûriyeyeke yekgirtî û yekparçeyiya axa wê" dikin.
“Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê” bi beşdariya nêzîkî 500 kesayetiyên ji pêkhateyên cuda yên wekî Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen, Ermen û Çerkesan hatibû lidarxistin.
Di encamnameya konferansê de hatibû tekezkirin ku ew pabendî Rêkeftina 10ê Adarê û encamên Konferansa Yekîtiya Helwesta Kurdî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse