Li Şirnexê 2 otomobîl li hev qelibîn: 3 kes birîndar bûn

09-09-2025
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn û di bûyerê de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li taxa Îsmet Paşayê ya navenda bajarê Şirnexê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di bûyerê li gel şofêrên her du otomobîlan zarokek 4 salî jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li aliyê din, zererek zêde ya madî jî gihişt herdû otomobîlan.

Rêya ku demekî ji çûn û hatinê re hatibû girtin, bi rakirina her du otomobîlan carek din hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst