PJAK: Îran û Tirkiyê 'Newroz Tv' dan girtin

09-10-2016
RÛDAW
Nîşan PJAK Newroz Tv Eutelsat Hotbird Îran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebiriya televizyona ser bi Partiya Jiyana Azada Kurdistanê (PJAK) ragihand, Îranê û Tirkiyê weşana televizyona wan, Newroz Tv li ser satelîta Hotbirdê dane sekinandin.

 

Rêvebiriya Newroz Tv ku televizyona fermî û zimanhalê fermî yê PJAKê ye, di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermiya wê televizyonê hatiye weşandin, ragihand, ku weşana Newroz Tv li ser satelîta Hotbirdê hatiye rawestandin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku şîrketa Eutelsatê li ser daxwaza Îranê û Tirkiyê, pexşa telezviyona wan li ser satelîta Hotbirdê rawestandiye.


Rêvebiriya Newroz Tvyê di daxuyaniyê de ragihandiye, biryara Eutelsatê biryareke siyasî ye û li ser daxwaza hikûmetên Tirkiyê û Îranê hatiye cîbicîkirin.

 

Televizyona fermî ya PJAKê, Newroz Tv di sala 2007an de li Stockholm a paytexta Swêdê hate vekirin.

 

Newroz Tv ji bilî Hotbirdê li ser satelîta Nilesatê jî tê weşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst