Tanrikulu li ser êrişa li Hewlêrê: Dema yên dimirin Kurd bin AK Partî alîgirê şer e

18-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Êriş Tirkiye Hewlêr Sezgîn Tanrikulu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu têkildarî êrişên Îranê yên li Hewlêrê got, “Dema yên dimirin Kurd bin AK Partî alîgirê şer e.”

Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu duh li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser êrişên Îranê yên li Hewlêrê axivî.

Tanrikulu diyar kir ku dema mijar Kurd bin AK Partî polîtîkayên xwe yên şer berdewam dike.

"Ma we sersaxiyek jî ji wan re xwest?"

Sezgîn Tanrikulu bertek nîşanî bêdengiya hikûmeta Tirkiyeyê ya li hemberî êrişa Îranê ya Hewlêrê da û got:

“Ma Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne dostê vê hikûmetê ye, ma ne dostê AK Partiyê ye?

Îranê beriya 2 rojan êrişî paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê kir û Supaya Pasdaran a Îranê ew êriş li xwe girtin.

Lê ma we sersaxiyek jî ji wan re xwest? We ne got derbasbûyî be jî.

Dema yên dimirin Kurd bin û mixatab jî Herêma Kurdistanê be AK Partî polîtîkayên xwe yên alîgiriya şer berdewam dike.

Derdora me şer e. Divê em bi polîtîkaya aştiyê tevbigerin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst