Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê werza berhevkirina pembo destpêkir û ji ber bihayê mazot û gubrê cotkar gilîdar in, lê ji kalîte û randiman a pembo ya îsal razî ne. Par li Amedê 650 hezar ton pembû hatibû berhemkirin îsal ev rewş ji par baştir e, cotkar ji vî rewşê razî ne.
Li Bakurê Kurdistanê demsala komkirina pembo jî destpê kiriye û li bajarên weke Amed, Riha û Dîlokê niha bi hezaran karker li nava zeviyan in û pembo berhev dikin.
Karker di rewşekî gelek zehmet de kar dikin. Heqdestê rojane yê karkerên pembo nagihe 50 lîreyan ku ew jî dike 6 dolarên Amerîkî. Dema ku dibistan nebe, zarok jî tevî malbatên xwe diçin nav zeviyan da ku pembo berhev bikin. Tenê li bajarê Amedê li 369 hezar donimên zevî pembo hatiye çandin û berhemê îsal jî li gorî salên derbasbûyî baş e.
Li gundê Şêxkend a navçeya Yenîşehîr ya Amedê jî karker di bin 30 pîle germahîyê de pembo berhevdikin.
Serokê Odeya Çandiya Yenîşehirê Suleyman Îskenderoglu bihayê kîloya pembo îsal baş dibîne lê ji bo li Amedê baştirîn berhemanîna pembo balê dikişîne ser hin pêwîstîyên din.
Serokê Odeya Çandiya Yenîşehirê Suleyman Îskenderoglu dibêje: “Çandîniya pembo nayê kirin.Mesref zêdebûne,mazot,gubre dermanê pembo zêde bûye.Perê avê zêde bûye, yê elektirîkê zêde bûye. Bendavên elektirîkê li welatê mene lê dîsa jî pereyê elektirîkê zêde ye. Ji ber ku mesref zêdebûne cotkar nikarin pembo bajonê.”
Amed di warê hilberîn a pembo de li Tirkiyê di rêza 4emîn de ye tevî hemû zehmetî û astengîyên li hember hilberîn a pembo rewş a pembo ya îsal kêfa cotkaran jî xweş kirî ye.
Cotkarê pembo Ramazan Koyuncu jî got: “Îsal li gor salan baştir e. Kêfa me tê înşelah pembo erzan nebe. Hema bira mesrêfen me derê tamam e, her sal em deyndar derdiketin hema îsal em deyndar nebin baş e. Îsal hêviya me heye baştir be.”
Ji ber saetên dirêj yên xebatê, dahatî ya kêm ya rojane karkerên pembû ji rewşa xwe nerazî ne. lê ji bo debar a malbatên xwe mecbûr in ku bixebitin.
Li alîyek din her çiqas li gor dilê karkeran nebe jî xebat a pembû ji karkeran derfeta debarkirina wan e.
Çawîşê karkeran jî dibêje: “Li vir em 20-25 roja dixebitin. Berîya niha jî em li bajarên din dixebitîn. Em çûn li Adepazarê li findiqa dixebitîn.Karê me ev e. Debara me jî bi pembo dibe.”
Karker Leman Tan jî got: “Rewşa feqîr û fiqaran a wiha ye, ka em çi bikin.Heta êvarê rewşa me wiha ye. Em pembo berhev dikin lê rojaneya me nayê 50 lîreyan jî.”
Karker Perîxxan Dolu jî wiha axivî: “Ez û diya xwe em dixebitin, bavê min jî bi xercî ya asgarî dixebite em 5 xwendekar in têra me nake em mecbûr dixebitin.”
Cotkar li benda projeya bendav a Sîlwanê ne ku bi qedandina vî projeyê di sala 2023an de 2 milyon û 350 hezar donum erdê bigihêje avê û yê di milyonek donum vî erdê avî de yê pembû were berhemanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse