Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê ji bo helbestvanê navdar Ehmed Huseynî merasîmeke xatirxwestinê û rêzgirtinê hate lidarxistin.
Di merasîmê de ji hevşaredaran heta parlamenteran, ji nivîskaran heta xwîneran gelek kes amade bûn da ku mîrê helbestê ber bi rêya wî ya dawî ve bişînin.
Nivîskar, helbestvan û xwîner li Amedê civiyan û peyv û risteyên Ehmed Huseynî di nav dilê xwe de hîs kir.
Beşdaran tekez kir ku ew ne tenê bi gotinan lê bi dilê xwe xatir ji vî Pêşmergeyê ziman û wêjeyê dixwazin.
"Ehmed Huseynî şehîdê helbesta Kurdî ye"
Organîzatorê merasîmê Şêrko Kanîwar di axaftina xwe de bal kişand ser dilsoziya Ehmed Huseynî ya ji bo Kurdistanê û got, “Her kêliya wî Kurdistan bû. Bi dîtina min, Ehmed Huseynî şehîdê helbesta Kurdî ye.
Çimkî wî di rêya helbestê de jiyana xwe ji dest da. Divê em helbest û peyvên wî di nav têkoşîna xwe de bidin jiyîn da ku ji bo me bibe ronahî.”
"Helbestvan namirin"
Xwîner û hezkiriyên Ehmed Huseynî jî hestên xwe parve kirin.
Xwînera bi navê Siyajînê bi xemgînî diyar kir ku Ehmed Huseynî di wêjeya Kurdî de xwedî cihekî mezin bû û wê ew ji zarokatiya xwe ve nas dikir.
Xwîner Ronî Sariyildiz jî Ehmed Huseynî wekî nivîskarekî qedirbilind û ji bo çanda Kurdan gelekî hêja pênase kir.
Helbestvan Mîna Acerê jî bal kişand ser nemiriya helbestvanan û got, “Niha em wî dişînin Amûda wî lê belê ew nemir e çimkî helbestvan namirin û her tim di nav pirtûkên xwe de dijîn.”
Cenaze diçe Amûdê
Cenazeyê Ehmed Huseynî dê bi rêya Başûrê Kurdistanê derbasî bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê were kirin.
Tê çaverêkirin ku sibe bi merasîmeke girseyî li axa bav û kalan û cihê jidayîkbûna wî were veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse