Aliyên Rojava: Sûriye li fitneyê digere lê sernakeve!

10-12-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Hikûmeta Şamê hewl dide, Ereb û Krîstiyanan ji Rêveberiya Xweser û HSDê dûr bixe.
Hikûmeta Şamê hewl dide, Ereb û Krîstiyanan ji Rêveberiya Xweser û HSDê dûr bixe.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hevseroka PYDê Elî Memlûk
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku hikûmeta Sûriyê dixwaze li Rojavayê Kurdistanê Ereb û Kristiyanan ji Kurdan cuda bike, lê ew dê nekarin wê yekê pêk bînin.

Serokê Ofîsa Ewlekariya Niştîmanî ya Sûriyê û Cîgirê Serokê Sûriyê, Elî Memlûk di serdana xwe ji bo bajarê Qamişloyê de daxwaz ji eşîrên Erebî kiribû ku ciwanên xwe ji nav rêzên HSDê, herwiha Rêveberiya Xweser bikşîne.

Hevserokê partiya Yekîtiya Suryanî ji Rûdawê re ragihand, hikûmeta Sûriyê dixwaze ku aloziyê di navbera pêkhatên Rojavayê Kurdistanê çêbike. PYDê jî dibêje, Ereb û Kristiyan bi hezaran şehîd di projeya Rêveberiya Xweser de dane, ji ber vê yekê ew di wê baweriyê de ne ku dê planên hikûmeta Sûriyê sernakevin.

Partiya Yekîtiya Suryanî ku partiya duyem e di Rêveberiya Xweser de, encûmena wê ya leşkerî jî di nav HSDê de cih digire û hêza wê ya bi navê Sutoro jî beşek ji hêza Asayişa Rêveberiya Xweser e, serdana Berpirsê Ofîsa Ewlekariya Niştimanî ya Sûriyê Elî Memlûk û hewldanên hikûmeta Sûriyê weke gevekê ji bo derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên deverê de dibîne.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senharîb Bersûm ji Rûdawê re got: “Li gor zanyariyên me bihîstine, dixwazin di navbera pêkhateyên navçeyê de fitneyê derbixin. Zextê li eşîrên Ereban dikin ku zarokên xwe ji nav HSDê vekişînin. Ev gav jî baş in û ne mizgîniya xêrê ne ji bo aramiya navçeyê.”

PYD jî ku partiyeke sereke di nav Rêveberiya Xweser û HSDê de ye, piştrast e ku hewldanên hikûmeta Sûriyê bi ser nakevin û serdanê Elî Memlûk aramca xwe bi cih naînê û dê HSD û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Krudistanê li ser piyê xwe û  hevgirtî bimînin.

Endamê Rêveberiya PYDê Ebdilkarîm Saroxan jî dibêje: “Ereb Kristiyan beşeke ji vê projê ne, an ne paşê hatine  tevlî me bûne. Me bi hev re peymaneke civakî nivîsandiye.  Lewma gelek zarokên xwe şehîd dane û bixwe jî xwedî li vê projeyê derdikevin. Di vî warî de ti metirsiyên me ji rejîmê nînin, çimkî ew ne bi destûra rejîmê hatine tevlî me bûne.”

Li gor daxuyaniyên HSDê, hejmara şervanên wan nêzîkî 100 hezar şervanî ye û li gor Pentagona Amerîkayê jî nêzîkî ji % 60 ji endamên hêzên HSDê ji erebên deverê ne. Hikûmeta Sûriyê dixwaze wan bibe aliyê xwe û bi derxistina wan, HSDê lawaz bike û rengê neteweyî li ser HSDê bisepîne.

Hevserokê Encûman Damezrênir a Federaliya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mensûr Elselûm dibêje: “Ew kesên ku Elî Memlûk bi wan re civiyabûn nûnertiya hemû civaka Sûriyê nakin û herwiha cihê şermê ye ku ew ji zarokên xwe bixwazin ji nav HSDê derbikevin. Çimkî cihê zarokên wan cihê qehremaniyê ye û bergeriya axa xwe dikin.”

Piştî ku hemû fişar û gefan bandor li ser hevgirtina HSDê nekirin, hikûmeta Sûriyê niha hewl dide li ser meseleya nakokiyên mezhebî bixebite û wan li berjewendiya xwe bi kar bîne, ku hikûmeta Sûriyê di bikaranîna vê kaxezê de hunermend û şehreza ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst