Di zikê dayika xwe de dê dengbêjiyê guhdar bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê ya Bakurê Kurdistanê dibistaneke mezin ya muzîka Kurdî tê avakirin. Salanê nêzikî 600 zarokên Kurd bi muzîka Kurdî bêne perwerdekirin.
Navenda muzîkê ji bo zarokên temenê wan di navbera 0 û 5 salî de ne hatiye amadekirin. Jinên ducanî jî dê bikaribin tevli vê perwerdehiyê bibin û hêj di malzarokê de deng û awazên kurdî bi bebekên xwe yên ku hêj xwedê nedaye bidin guhdarîkirin.
Xwediyê vê projeya mezin Şêrko Kanîwar e. Wî ji dema Konservatûara Aram Tîgran heta niha ji 4 hezarî zêdetir zarokan bi muzîka kurdî perwerde kirine.
Şêrko Kanîwar serkêşê Zarok Mayê wiha bang li dayîkan kir “Hêj dema di malzaroka xwe de be ku dengê Şakiro, dengê Eyşe Şan, dengê Meyremxan, dengê Hesen Zîrek bibihîzin wê çaxê em ê bikaribin zarokên xwe li ser esasê kurd, li ser muzîka kurdî ya resen, li ser stranên gelêrî yên kurdî mezin bikin.”
Şahîn û Zeynep Acar jî dê û bavên hezkiriyên kurdî ne. Ew amade ne zarokê xwe Gernas bişînin navenda nû ya perwerdehiya muzîkê Zarok Mayê. Di vê navenda nû de dê 600 zarok bêne perwerdekirin. Malbata Acar dixwaze Gernas jî yek ji wan zarokan be ku bi çanda xwe mezin dibin.
Zeynep Acar dayika şagirtê muzîkê dibêje “Bila dengê dengbêjiya me neqedin. Ji bo vê em dixwazin zarokên me jî hîn bibin. Ji bo ku em dengbêjiya xwe, zimanê xwe nedin mirandinê Ma Muzîk pir baş e. Ji ber vê yekê em dişînin vê derê.”
Şahîn Acar bavê şagirtê muzîkê jî got “Edetên xwe, muzîka xwe û kultura xwe bila tev hîn bibin. Tiştên ku me kêmasiya wê kişandine bila zarokên me nekişînin û hîn bibin.”
Li Ma Mûzîkê heta niha bi sedan zarok hatine perwerdekirin. Lê cihê wan êdî têra zarokên di her temenî de nake. Ji ber vê yekê jî ew Ma Muzîk û Zarok Mayê weke du beşên ji hev cuda vediqetînin. Zarokên ku Zarok Mayê diqedînin piştî 5 saliya xwe dê îcar berê xwe bidin Ma Mûzîkê.
Navenda Mûzîka Kurdî Zarok Ma dê roja Newrozê bi awayeke fermî bê vekirin. Lê ji niha de ji sedî zêdetir malbatan navê zarokên xwe ji bo perwerdehiya muzîka kurdî nivîsandine.