Xaça Sor: Li Sûriyeyê 31 hezar kes winda ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Komîteya Xaça Sor a Sûriyeyê Ferîd Hemîd HSD DAIŞ Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor a Sûriyeyê Ferîd Hemîd diyar kir ku li Sûriyeyê 31 hezar kes winda ne.

Berdevkê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor a Sûriyeyê ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Kampa Holê xirab dibe.

Ferîd Hemîd destnîşan kir ku karên komîteyê ji ber aloziyên ewlehiyê demekê hatine rawestandin.

Ferîd Hemîd di berdewamiyê jî de got, "Malbatên 38 hezar kesan serî li me daye ku endamên malbatên wan winda ne. Heta niha ji wê hejmarê çarenivîsa 31 hezar kesan nayê zanîn.”

Berdevkê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor a Sûriyeyê Ferîd Hemîd ji Rûdawê re ragihand ku Komîteya Xaça Sor karê xwe yê li Kampa Holê didomîne.

Li gorî gotina Komîteya Xaça Sor a Sûriyeyê ew bi Rêxistina Heyva Sor a Ereban a Sûriyeyê re hevahengiyê dikin.

Ferîd Hemîd diyar kir ku Komîteya Xaça Sor 21ê Kanûna Paşîn a îsal serdana xwe ya yekem a ji bo kampê pêk aniye.

Berdevkê Komîteyê anî zimên ku ev serdan piştî guhertinên di birêvebirin û veguhestina berpirsiyariya ewlehiyê de çêbûye û got: 

"Gihîştina Kampa Holê ji ber rewşa ewlehiyê ya wê demê zehmet bû.

Çalakiyên navenda me ya tenduristiyê ya hevbeş a bi Xaça Sor a Ereban a Sûriyeyê re ji bo çend rojan hat rawestandin.

Bes navenda tenduristiyê 24ê Kanûna Paşîn dest bi kar kir. Navend niha pêdiviyên tenduristiyê yên lezgîn pêşkêş dike lê hejmara nexweşên li kampê roj bi roj zêde dibe.”

Ferîd Hemîd teqez kir ku ti xizmetguzariya din a tenduristiyê li kampê nîne.

Kampa Holê li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

"Li Kampê rewş xirab dibe"

Kampa berê di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû û jin û zarokên çekdarên DAIŞiyan di kampê de diman.

Kampa Holê piştî rêkeftina HSD û Şamê 21ê Kanûna Paşîn a 2026an ket destê Artêşa Ereban a Sûriyeyê.

Berdevkê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor a Sûriyeyê ragihand ku erkê wan ê sereke parastin û alîkarîkirina malbatên DAIŞiyan ên li Kampa Holê ye.

Ferîd Hemîd diyar kir ku berpirsyariya vegera biyaniyên li kampê jî erkê welatên wan biyaniyan e.

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor bi berdewamî bangî welatan dike da ku welatiyên xwe wergirin.

Komîte daxwaz dike ku ew welat ji bo hêsankirina vegera welatiyên xwe gavên pratîkî biavêjin.

Ferîd Hemîd eşkere kir ku ew dixwazin welat rewşa welatiyên xwe li gorî yasaya mirovî ya navneteweyî zelal bikin.

Zêdetirî 80 malbatên Îraqî li Kampa Holê dimînin û ew malbatên çekdarên DAIŞê ne.

Li gorî gotina Hemîd pêvajoya vegera van malbatan pêdivî bi hûrbîniya ewlehiyê heye.

Ji 38 hezar windayan çarenivîsa 31 hezaran ne diyar e

Li aliyê din, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor a Sûriyeyê mijara kesên li Sûriyeyê winda jî dişopîne.

Ew kes piştî alozî û şerê navxweyî yê sala 2011an winda bûne.

Ferîd Hemîd ragihand ku komîteyê di maweyê 15 salan de navên 38 hezar kesên ku winda ne li cem xwe qeyd kirine

Berdevkê Xaça Sor a Sûriyeyê diyar kir ku ev hejmar bi belgeyan hatine piştrastkirin.

Ferîd Hemîd destnîşan kir ku ev amar tenê beşek ji hejmara rastîn a kesên winda ne.

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor a Sûriyeyê derbarê mijarê de got:

"Em niha di qonaxa lêgerîn û lêkolîna li ser 31 hezar kesan kar dikin.

Komîteyê çarenivîsa hinek kesên ku winda ne ji malbatan re eşkere kiriye.

Hinek kes gihîştine malbatên xwe yan hatine azadkirin.

Termên hin kesan jî hatine naskirin.

Lêgerîn û lêkolîna li dû windayan karekî zehmet e û dibe ku çend dehsalan berdewam bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst