Hewlêr (Rûdaw) – Şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak, di mîtînga HDPê ya li navçeya Wêranşarê de li gel 2 kesên din hate desteserkirin.
Sadak, di çarçoveya xebatên propagandayê yên Partiya Demokrasiya Gel (HDP) ên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de ku dê di 31ê Adarê de pêk bên, ji bo ku beşdarî mîtîngê bibe çûbû navçeya Wêranşar a ser bi parêzgeha Ruha ya Bakurê Kurdistanê.
Li gor zanyariyan, piştî mîtînga HDPê ku îro li Meydana Rêya Demîrcî ya Wêranşarê hate lidarxistin Selîm Sadak û 2 kesên li gel wî, bi angaşta ku propagandaya rêxistinê kirine hatine desteserkirin.
Hate ragihandin ku hêzên polîs, Selîm Sadak û 2 kesên li gel wî, piştî kontrola tenduristiyê arasteyî Birêveberiya Ewlehiyê ya Wêranşarê kirine.
Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli jî beşdar mîtînga vê partiyê ya li Wêranşarê bû.
Selîm Sadak, li gel Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli, wek axaftvan beşdarî vê mîtîngê bûbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse