Duhok (Rûdaw)- Ev duyem roje li pey hev endam û alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dijî xendeqa ku di navbera Başûr û Rojavayê Kudistanê tê kolandin xwepêşandanan li dar dixin. Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji bo şopandina xwepêşananê çûbû wê deverê, rastî êrîşa bi keviran ji aliyê xwepêşaneran hat.
Îro bi sedan endam û alîgirên PYDê ku alên PYD, YPGê û wêneyên rêberê PKKê Abdullah Ocalan radikirin, li aliyê Rojavayê Kurdistanê ber bi sînor ve meşiyan.
Xwepêşanderan druşmên li dijî kolandina wê xendeqê bilind kirin ku berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin armanca wê xendeqê ewe ku rê li ber karên qaçaxçiyan bê girtin.
Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ser sînor got ku xwepêşanderan bi keviran êrîşî tîma Rûdawê û pêşmgereyên li aliyê Başûrê Kurdistanê kirin.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku hêzên pêşmerge ji bo ku nehêlin xelk derbasî sînorê Başûrê Kurdistanê bibin, gule berdan asman.
Malperên nêzîkî PYDê gotin ku di xwepêşandana duh a alîgirên PYDê li ser sînor de, ciwanekî bi navê Fadî Tirkî Xidir di lingê xwe de bi guleyê birîndar bû.



