Amed (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiyê û Sosyalîzme (OSP), Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) û Hareketa Azadî ji bo piştgîriya karkerên şaredariyên Amedê ku ji karê xwe hatibûn dûrxistin piştgiriya xwe ragihandin.
PAK, PSK, PDK-Bakur, OSP û Hereketa Azadî ji bo piştgîriya 722 karmendên şaredariyên bajarê Amedê ku bi hinceta “terorê” ji karê xwe hatibûn dûrxistin daxuyaniyek dan çapemeniyê û piştî daxuyaniyê serdana karmendan kirin.
Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin û Serokê Şaxa Amedê ya PSKê Vedat Dede daxuyaniya kurdî xwend û got: “Bi îdiaya ‘Lêkolîna Arşîvê û Ewlekariyê’ sûceke tevayî û nediyar, hatiye nîşandan hejmareke karker bi taybetî jî li Kurdistanê, ji kar hatine derxistin. ne ji ber ku sûceke wan a şexsî heye, ji ber ku ew û hin kes merivên hev in ji kar hatine derxistin.”
Vedat Dede amaje bi hejmara kesên ji kar hatine dûrxistin kir û got: “Ji Şaredariya Baglar, Kayapinar, Yenîşehîr, Bismil û Erxeniyê, bi tevahî 722 karker ji karên xwe hatine derxistin. Ev hejmar li Diyarbekirê ku wek navendeke siyasî ya Kurdistanê ye gelekî zêde ye. Çawa ku li Kurdistana Bakur îradeya gel hat binpêkirin û sîstema Qeyûman zêde hat bikaranîn, li vir jî heman tişt hatiye kirin.
Ev tiştê hatiye kirin nîşan dide hukûmeta AKPê û şirîkê wê MHP kesên ne ji xwe, wek sûcdareke û dijmin dibîne. Ev koalîsyon bêyî ku rîayetî huqûqa heyî bike, mafê însanan û keda wan binpê dike û bi vê kirina xwe jî pêşerojê reş dike û difetisîne. Em hemû kirinên bi vî rengî yên neheq û neqanûnî protesto dikin. Divê hemû karker û karmendên neheqî li wan bûye vegerin ser karên xwe.”
Serdana karkeran hate kirin
Piştî daxuyaniyê, şandeyeke ji 5 partiyên Kurdistanî pêkhatî, çûn serdana karkerên ku li ber Şaredariya Rezanê çalakî pêk dianîn.
Li ber deriyê şaredariyê li ser navê 5 partî û rêxistinan; bi Kurmancî Endamê Rêveberiya PAKê Hanifi Turan û bi Dimilkî Serokê Harekata Azadî Siktki Zilan axaftin kirin.
Herdu axaftvanan jî behsa keda karkeran û mafên xebetê kirin û helwesta dewletê û şaredariyan protesto kirin. Ji karkeran xwestin ku çalakiyên xwe bi awayekî aştiyane û demokratik pêk bînin.
Di berdewamiya axaftina xwe de axaftvan, piştgiriya xwe dubare kir û hêviya serkeftinê xwest.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse