Qeyûmê Êlihê 18 karkerên din jî ji kar derxistin

25-01-2025
RÛDAW
Nîşan Êlih Qeyûm Karker Şaredarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeyûmê Şaredariya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 18 karkerên din ên şaredariyê ji kar derxistin.

Piştî danîna qeyûm li şaredariyê û  heta niha bi giştî 79 karkerên şaredariyê ji kar hatine derxistin.

 Parêzgarê Elihê 4ê Çiriya Paşîn wekî qeyûm li Şaredariya Êlihê ya DEM Partiyê hat danîn.

Ji roja ku qeyûm hatiye û heta niha li ser derxistina karker û karmendên şaredariyê berdewam e.

Li gorî zanyariyan  qeyûm herî dawî roja Înê 18 karkerên din ên şaredariyê jî ji kar derxistine.

Qeyûmê Êlihê 8ê Çiriya Paşîn a 2024an 5, 31ê Kanûna Pêşîn a 2024an 20, 10ê Kanûna Paşîn a 2025an 18 karker, 18ê Kanûna Paşîn a 2025an jî 18 ji kar derxistine.

Bi 18 kesên nû ji dema destbikarbûnê û heta niha qeyûm bi giştî 79 karker û karmendên şaredariyê ji kar derxistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst