کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Li gundekî Colemêrgê xelkê ji ber maran malên xwe vala kirin

Şewket Herkî

Şewket Herkî

10-05-2021
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêr û rêveberê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqerê ye.
Ji Îlona 2013an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike. 

 
Şewket Herkî
Şewket Herkî10-05-2021

Peyamnêr û rêveberê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqerê ye.
Ji Îlona 2013an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike. 

 

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Çiya û deştên Kurdistanê bi kaniyên xwe yên xweş navdar e. Yek ji wan kaniyan jî Kanîmaran e. Kanîmaran dikeve ser rêya di navbera Şemzînanê û Geverê.

Taybetiyeke Kanîmaranê ew e ku hê ji bi sedan mar li ser qeraxê vê kaniyê dijîn. Marên kanîmarê zirarê nadin xelkê û xelkê deverê jî naxwaze ku marên Kanîmaranê bên kuştin.

Navê vê kaniya li ser rêya di navbera Şemzînanê û Geverê Kanîmaran e. Lê navê wê ne ji efsane û çîrokan rasterast ji maran hatiye. Di gel gerim bûna rûyê deştê weke her sal îsal jî marên Kanîmaranê silavê li biharê dikin. Xelkê deverê jî dixwazin ku Kanîmaran bibe cihekî geştiyarî.

Hemwelatiyek dibêje “Mar li vê  derê Gera Bremê hene. Ez 30 salî me hindî ku ez dizanim mar hebûn. Di dema biharê de dema berê wan e û erd gerim dibe û ew jî li vir dicivin. Bi kesê venadin û zirarê nadin çi kesê. Hin kes ji derve tên û maran dikujin. Em naxwazin ku mar bên kuştin. Ji ber ku ew zirarê nadin me em çima wan bikujin.”

Di jiyana asayî de mar weke neyarê mirovan tê pênase kirin û li deverên Şemzîna û Geverê gellek caran marên dêmî bi xelkê vedidin. Lê marên avî bûne parçeyek ji jiyana deştê û xelk zirarê jê nabîne.

Hemwelatî  dibêje, “Li vê derê mar hene û gera maran heye. Lê marên bê zirar in û ew jî xwedê dane û li vir dijîn.”

Tevî ku marên kanî maranê bê zerar in jî lê dîsa jî dikarin tirsê bixin dilê beşek hemwelatiyan. Gellek caran jî ev mar xwe di bin karîte, siwande û stûnkên malan de vedişêrin. Heta hin kes neçar dibin ku malên xwe ji maran bihêlin.

Hemwelatî got “Belê mar hene û me jî xaniyê xwe vala kiriye û em çûne xaniyekî din. Biçûkên me ditirsin. Du sale ma mala xwe çol kiriye û zarokên me ditirsin.”

Kanîmaran nêzîkî gundê herînkê ye û li devrûberê gundên Miçîç û Serdeşt û bi dehan mezra hene. Li gorî rîvayetana ava kaniyê dibe sedem ku mar xwe bikêşin heremê û ji qedîm û zeman li ser marên kanîmaranê çîrok û efsane bûne beşek ji wêjeya devkî ya vê herêmê.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên