Li Wanê careke din qedexe hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Wanê hemû cure xwepêşandan, meş, civîn, civînên medyayê, çalakiyên rûniştinê û vegirtina konan 6 rojan qedexe ne.

Li Bakurê Kurdistanê bi salan e bi hincetên cuda qedexe tên ragihandin.

Doh li çiyayên Cûdî û Gabarê yên li parêzgeha Şirnexê qedexe hatibû ragihandin.

Îro jî li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê qedexeyeke nû dest pê kir.

Parêzgariya Wanê ragihand ku hemû curê xwepêşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên medyayê, vedana konan û standan û çalakiyên din ji 10ê Gulanê heta 15ê Gulanê qedexe ne.

Li gor vê biryarê dê kes nikaribe bi awayekî bikom here Wanê û ji Wanê derkeve.