Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin!

09-05-2024
Nîşan Şirnex Gabar Qedexe Cûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çiyayên Cûdî û Gabarê yên li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê dîsa qedexe hat ragihandin.

Li Bakurê Kurdistanê bi salan e bi hincetên cuda qedexe tên ragihandin.

Herî dawiyê careke din çûna çiyayên Cûdî û Gabarê di çarçoveya yasaya leşkerî de hat qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê qedexe sibe (10ê Gulanê) dest pê bike û 15 rojan berdewam bike.

Li gorî daxuyaniyê, Cûdî û Gabar wekî “herêma ewlehiyê ya taybet” hatine ragihandin û dê heta 24ê Gulane xelk nikaribe here wan çiyayan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst