Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger Çetîner Çetîn li ser kongreya PKKyê got, "Murat Karayilan û koma bi wî re diyar kirine ku ew dê heta dawiyê piştgiriyê bidin biryara ku Ocalan wergirtiye. Komek bi serokatiya Cemîl Bayik û Duran Kalkan jî di kongreya ku wan li dar xistî de bersiveke hinekî navbeynî daye."
Her Çetîn got ku PKK dê sibê saet 13:00an daxuyaniya xwe ya ku tê pêşbînîkirin a ji bo fesixkirina xwe û danîna çekan ragihîne.
Çetîner Çetîn derbarê daxuyaniya doh ku behsa lidarxistina kongreya ya li du cihên cuda dikir got ku kongre li herêma Qendîlê hatine lidarxistin.
Çetîn da zanîn ku du komên cuda bi serkêşiya Murat Karayilan û Cemîl Bayik kongre lidar xistine.
Her wiha Çetîn got ku Cemîl Bayik li hemberî daxwazên Ocalan bi dûrî tevdigere, lê Karayilan bi tevahî piştgiriyê dide Ocalan.
Çetîner Çetîn ragihand ku di rewşa danîna çekan de dê 3 hezar û 500 endamên PKKyê yên ku beşdarî ti çalakiyên çekdarî û bûyeran nebûne, bibin Tirkiyeyê, lê yên din dê li Herêma Kurdistanê bimînin.
Derbarê çarenivîsa birêvebirên payebilind ên PKKyê de jî Çetîn got ku 150-200 birêvebirên payebilind dê bişînin Norwêc, Danîmarka û Efrîqaya Başûr.
"Agahiyên ku gihiştine me, biryar li ser danîna çekan û fesxhkirinê ye"
Rojnameger Çetîner Çetîn beşdarî bultena Rûdawê bû li ser kongreya PKKyê û danîna çekan bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.
Çetîner Çetîn got, "Tê pêşbînîkirin ku dê sibê li dora saet 1ê biryarê bidin. Wan du kongre lidar xistine. Ji van her du kongreyan yek bi rastî kongre û bersiveke dilxweşker e. Ya duyem hinekî bersiveke navbeynî ye.
Murat Karayilan û koma bi wî re diyar kirine ku ew dê heta dawiyê piştgiriyê bidin biryara ku Ocalan wergirtiye. Komek bi serokatiya Cemîl Bayik û Duran Kalkan jî di kongreya ku wan li dar xistî de bersiveke hinekî navbeynî daye.
Lê tê pêşbînîkirin ku sibê di saet 13:00an de encamên her du kongreyan dê bên yekxistin û ragihandin. Bendewariya giştî ya li Tirkiyeyê jî bi vî rengî ye. Jixwe berpirsên DEM Partiyê û şandeya ku bi Ocalan re hevdîtin kir û şandeyeke din a alternatîf jî ku hem çûbû cem Ocalan û hem çûbû Qendîlê hene.
Ew jî niha li bendê ne ku daxuyanî sibê bê dayîn. Yanî agahiyên ku gihiştine me, helbet danîna çekan û biryara fesihkirina rêxistinê ye.
Jixwe Ocalan jî li ser vê mijarê gotibû ku ez berpirsiyariya dîrokî digrim ser xwe. Yanî niha Ocalan hemû berpirsiyariya dîrokî girtiye ser xwe."
"Qonaxa duyem jî gelekî girîng e"
Çetîner Çetîn diyar kir ku pêvajoya piştî danîna çekan jî dê girîng be û wiha pê de çû:
"Lê helbet ev ne tenê rewşeke ku bi vê pêvajoyê sînordar e. Ji vir û pê ve yanî qonaxa duyem jî gelekî girîng e. Çimkî pêwîst e hinek rêzikdanîn û guherînên hiqûqî bên kirin.
Hinek kes dê biçin Norwêc, Danîmarkê, hinek kes jî dê biçin Efrîqaya Başûr. Hinek kes jî dê werin Tirkiyeyê."
"Dê biçin Norwêc, Danîmarka û Efrîqaya Başûr"
Helbet ev kesên ku tên pêşbînîkirin navên sereke yên rêxistinê ne. Yanî nêzîkî 150-200 kes in. Hê ne diyar e bê ev kes kî ne. Lê dema ku van kesan werin Tirkiyeyê cezayên gelekî giran li hemberî wan hene
Ji ber vê yekê, ji şûna ku ew niha werin Tirkiyeyê, tê pêşbînîkirin ku ew dê bên şandin welatekî sêyem yanî welatên wekî Norwêc, Danîmarka û Efrîqaya Başûr. Dê bi vî rengî pêvajoyeke sê qonaxî hebe."
"Tirkiye naxwaze navên payebilind ên rêxistinê li Herêma Kurdistanê bimînin"
Çetîn teqez kir ku Tirkiye bi israr naxwaze navên payebilind ên rêxistinê li Herêma Kurdistanê bimînin û ragihand:
"Tirkiye di hevdîtinên bi Ocalan re qet naxwaze ku navên payebilind ên rêxistinê li Îraqê di Herêma Kurdistanê de bimînin, çimkî eger ew li Kurdistanê bimînin, dikarin PKKyeke nû yan rêxistineke nû ava bikin.
Ji bo ku ev çênebe, ev 150 yan 200 kes, rast e ku behsa lîsteyeke 220 kesî tê kirin, lê divê ev nav biçin welatekî duyem ê cîhanê.
Ji ber vê yekê, eger ew li Kurdistana Îraqê bimînin, metirsiya rêxistinbûneke din an jî têketina îstixbarata Îranê û sabotekirina pêvajoyê heye.
Ji ber vê Tirkiye vê yekê li ber çavan digire û ji bo ku hem Îsraîl hem jî Îran rasterast saboteyî vê pêvajoyê nekin, di vê demê de ev nav dê bên şandin welatekî sêyem. Lê beşeke wan jî helbet dê li Herêma Kurdistana Îraqê bimînin."
"Dê rê li ber hatina ji herêma Mexmûrê were vekirin"
Çetîn diyar kir ku ji bo wan PKKyiyên ku dê li Herêma Kurdistanê bimînin danûstandin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re berdewam dikin û got:
"Ji bo van kesan, bi Hikûmeta Kurdistana Îraqê re, hem bi Silêmaniyê hem jî bi Hewlêrê re danûstandin berdewam dikin.
Ev pêvajo bi agahiya Birêz Barzanî jî tê meşandin. Yanî Birêz Barzanî hem şopînerê vê pêvajoyê ye hem jî aliyê ku rasterast di wateya siyasî de piştgiriyê dide pêvajoyê ye.
Ji ber vê jî beşek ji wan dê li herêma Kurdistana Îraqê bimînin. Dê rê li ber hatina herêma Mexmûrê ya Tirkiyeyê were vekirin.
Li wir jî nêzîkî 11 hezar sivîl hene. Dê rê li ber hatina van kesan a Tirkiyeyê jî were vekirin.
Ji ber vê, yanî ew lîsteya 150 yan 200 kesî, ji şûna ku ew rasterast li Îraq û Kurdistanê bimînin, pêvajoyeke sê qonaxî ye.
Komek ji wan dê biçin welatekî sêyem, komek dê li Herêma Kurdistana Îraqê bimînin û komek jî dê bikaribe were Tirkiyeyê."
"Pêvajoya hiqûqî dê ji sibê û pê ve dest pê bike"
Yanî niha helbet pêvajoya hiqûqî dê ji sibê û pê ve dest pê bike. Yanî sibê eger rêxistin bi awayekî fermî biryara fesihkirinê ragehîne, êdî ji roja sêşemê û pê ve dê çarçoveyeke pêşniyarî bê amadekirin.
Li gorî vê çarçoveyê nêzîkî 5 an 6 hezar gerîlla di nav PKKyê de hene û beşek ji van gerîlayan dê bikaribin werin Tirkiyeyê.
Texmîna min nêzîkî sê hezar, sê hezar û pêncsed gerîllayên di nav PKKyê de dê destûrê bidin ku werin Tirkiyeyê. Dê rê li ber vê yekê vekin yan jî dê bi vê têkildar rêzikdanîneke hiqûqî bê kirin.
"3500 kes qet beşdarî ti bûyeran nebûne li Tirkiyeyê"
Ji ber ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê, ji wan kesên ku li wir in nêzîkî 3.500 ji wan qet beşdarî ti bûyeran nebûne li Tirkiyeyê.
Ji ber vê yekê, pirsgirêk nîne ku ew werin Tirkiyeyê. Ji yên mayî, 2000 kes dê li Îraq, li Herêma Kurdistanê bimînin.
"Heta ku Tirkiye piştrast nebe çek hatinepaqijkirin, yekîneyên xwe yên leşkerî venakişîne"
220 kes jî dê rasterast biçin welatên Ewropayê, welatekî sêyem ê cîhanê, yanî divê bi eşkereyî were gotin: Danîmarka, Norwêc û Efrîqaya Bakur.
Yanî ev pêvajo helbet dê 5 sal, 6 salan berdewam bike. Heta ku Tirkiye bi tevahî piştrast nebe ku çek hatine paqijkirin, yekîneyên xwe yên leşkerî ji wir venakişîne. Ev rastiyek e.
Yanî ji wê kêliyê pê ve ku bi tevahî ji pêvajoyê piştrast bibe. Ji bo saziya li Îraqê jî, jixwe Tirkiye di her firsendê de vê dibêje: Em ne dagirker in li Îraqê. Em ne mayînde ne li axa Îraqê. Em ji bo ewlehiya xwe li wir in.
Piştî ku ewlehî bi tevahî li wir were dabînkirin, êdî Dewleta Komara Tirkiyeyê di hevkariyekê de bi Hikûmeta Kurdistanê re, dê pêvajoyekê bi rê ve bibe û eger di vê herêmê de Pêşmerge bi tevahî ewlehiyê dabîn bike wê demê jixwe Tirkiye dê vekişe.
Yanî Tirkiye di her firsendê de dibêje ku ew ne dewleteke dagirker e û ne bi armanca dagirkeriyê li wir e. Mijara li vir PKK ye.
Yanî PKK heya niha hewl daye ku leşkerê Tirk bikişîne her cihê ku ji aliyê operasyonî ve dikarîbû bikişîne. Yanî ev tiştekî dîtbar e.
Tirkiye mecbûr maye ku ewlehiyê li wir dabîn bike. Ev pêvajo helbet ne hêsan e. Sala 2003yan Tirkiye heta bi Kurdistana Îraqê jî gelekî bi mesafe nêzîk dibû.
Heta zimanekî gelekî giran û tund dihat bikaranîn li dijî dîplomasiya Kurdistanê. Lê bi demê re hikûmeta Kurdistana Îraqê di her firsendê de anî zimên ku ew ne tehdîdek e ji bo Tirkiyeyê, ne xetereke, û armanca wan a bingehîn ew e ku mafên siyasî û berpirsiyariyên Kurdên li Îraqê bi cih bînin.
Li vir, derbarê Kurdên Sûriyeyê de jî Tirkiye ti 'lê' nedaniye. Yanî bifikirin, hetta di hevdîtina bi Beşar Esed re dema ku Ahmed Davutoglu serokwezîr bû, daxwaza Tirkiyeyê ew bû ku daxwazên Kurdên Sûriyeyê û nasnameyên wan bên dayîn.
Lê li vir, eger daxwazên Kurdên li Sûriyeyê pêk werin, daxwaz û hêviyên wan bên cih, û di nav de Mezlûm Ebdî jî, sîstema siyasî ya Sûriyeyê, saziya siyasî ya Kurd a li Sûriyeyê bi eşkereyî û zelal îlan bike ku ew tehdîdek nîne ji bo Tirkiyeyê û bi kiryarî vê yekê pêk bîne, wê demê dê guher jî were nîqaşkirin, were gengeşekirin, û vebijêrkên din jî dê werin nîqaşkirin.
Lê niha ku wekî şaxeke PKKyê, wekî şaxeke alî ya PKKyê xuya dike û di hinek çalakiyên li Tirkiyeyê de rasterast hin mirovên PKKyê ji Sûriyeyê ketin Tirkiyeyê, helbet ev Tirkiyeyê dilgiran dike.
"Pêvajoya li Sûriyeyê jî dê were çareserkirin"
Îro li Herêma Kurdistana Îraqê konsolosxaneya Tirkiyeyê vekiriye. Pêwendiyên wan ên dîplomatîk jî pir baş in.
Heta ku PKK li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyekê nede û Mezlûm Ebdî û saziyên siyasî yên Kurdên Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyekê nedin, pêvajoya li wir jî dê were çareserkirin. Yanî çima pêvajoya li wir neyê çareserkirin?
"Divê medyaya PKKyê jî biguhere"
Helbet benda sereke ew e ku êdî teror bi dawî bibe. Tirkiye di vê mijarê de, çi ji aliyê siyasî, çi ji aliyê aborî û çi jî ji aliyê civakî ve, bedêlên pir giran dane.
Eger sibê ev mizgîniya xweş were û PKK ragehîne ku xwe fesih dike, ev pêvajo ne tenê bi vê yekê sînordar dimîne; yanî rêxistina PKKyê li Ewropayê heye, televîzyonên wê hene, medyaya wê heye, divê ev jî biguherin.
Yanî Tirkiye jî mecbûr e ku bi rêya rêkeftinên qanûnî rêya siyaseta Kurdî vekirî bihêle. Ev êdî di nav normên cîhana ku ber bi pêş ve diçe de tiştekî pêwîst e. Tiştekî normal e.
"Tirkiye dikare bi diasporaya Kurd hebûna xwe li Ewropayê xurt bike"
Yanî îro em mînak bidin, eger dezgehên medyayê yên PKKyê bibin dezgehên ku siyasetê ji bo DEMê dikin, ev dê pir baş be.
Ev tiştên ku tên pêşbînîkirin in, lê heta ku zimanekî tund tunebe ku Tirkiyeyê rexne bike û piştgiriya terorê bike, dibe ku di pêşerojê de Tirkiye bi diasporaya Kurd re jî têkiliyên nêzîk ava bike û hebûna xwe li Ewropayê xurttir bike. Ev jî armanc û hêviyên bingehîn ên Tirkiyeyê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse