Li Bismilê pevçûna pismaman, 6 kes birîndar bûn

10-06-2025
RÛDAW
Nîşan Bismil Amed Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya Amedê nîqaşa pismaman a ji ber nelihevkirina li ser erdan, veguherî pevçûna bi çekan.

Di vê pevçûnê de 6 kes birîndar bûn û rewşa 2 birîndaran xedar e.

Bûyer li Taxa Pîşesaziyê Bismilê li ser Cadeya 15an qewimî.

Li gorî agahiyan, di navbera endamên malbata Akdoganan de demeke dirêj bû ku li ser erdan pisgirêk hebû.

Endamên malbatê yên ku îro danê nîvro hatibûn ba hev, dest bi gengeşeyê kir.

Nîqaş piştî demeke kurt veguherî pevçûneke bi çekan.

Li ser agahdarkirina xelkê li derdorê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 6 kesên ku di bûyerê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Tîman piştre jî her du birîndarên ku birînên wan xedar bûn birin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê.

Polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê wergirtin û hat zanîn ku aloziya li taxê berdewam dike.

Polîsan him li cihê bûyerê him jî li derdora nexweşxaneyê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê wergirtine.

Hat zanîn ku hinek endamên malbatê hatine desteserkirin.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst