Roja 7ê Cotmeha 2011an, rojeke pir xemgîn û reş bû di dîroka bajarê Qamişlo de.
Di wê rojê de stêrkek geş ji esmanê Rojavayê Kurdistanê xuricî û siyasetmedar û nivîskarê kurd Mişel Temo hat kuştin.
Kuştina Mişel Temo ewqasî bi bandor bû ku kurd li her cihî bi kûranî hejand û di helbestên kurdên Rojava de jî reng da û navê Mişel li ser zar û zimanan geriya:
Nîzar Yûsif helbestekê davêje ser Mişel û dibêje:
Tu napejirînî avjeniyê
Di golên tirs û dudiliyê de
Bê erzên pînekirî
Dizên rojê
Bêbextiyê tu hilanîn
Tu rêwî bû li vê jînê
Di navbera birûsk û bahozan re hat
Çi alav bû alava dozê bilind kir
Çîroknivîsê kurd Helmî Yûsif jî bi şêweyekî helbestane behsa Mişel dike û dibêje:
Sal 2011 bû. Roja înê 07.10 an bû. Ji nişkê ve anî bîra me ku mirin jî, azadî jî, her du nêzîk in û mirov nizane kîjan berî ya din tê. Herdu çavên xwe girtibûn, lê çavên milyonên kesan bi niqutandina xwîna wî re vedibûn.
Xwîn dilop dilop ji ser textê ku xwe li ser dirêjkiribû diket erdê. Pê re jî dilop dilop tirsa kujerên wî zêdetir dibû. Azadî jî li ber derî rawestiya bû, dixwest silavekê li wî mêrxasî bike.
Helbestvan Mizgîn Hesko jî ji bo şehîdê kurd Mişel Temo helbestekê dihûne û dibêje:
Di cotmeha çinînê de
Darhinar Û Qamişloka min Bûye pêt û ar Bandike keç û kurên xwe Xortno….werin civînê Û Rojavayê min Bi yek dengî dilîlîne
Darbesta Mişelê xwe Bi kulîlkan dixemlîne Helbestvan Ezîz Xemcivîn jî derheqê Mişel de dibêje:
Vedenga te bilind e, Sûlava hawara azadiyê ye…
Were canê buha were…
Were neviyê çiya, aviya li ser rûyê giya, navdayê spîdeyê û hilata roja nû were… were.
Dibe ku Mişel Temo êdî neyê, lê azadiya ku ji xwe re kiribû armanc û jiyana xwe li ser kir helbet wê rojekê were…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse