Mişel Temo li ser gora xwe hat bibîranîn

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan Mişel Temo Şepêla Pêşerojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar û nivîskarekî Kurd Mişel Temo li ser gora xwe hat bibîranîn.

Li gundê Cenaziyê li Dirbêsiyê, ji ber êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, îsal merasîma bîranîna siyasetmedarê Kurd Mişel Temo bi berfirehî nehate kirin.

Berî niha di salên borî de li ser gora wî merasîm çêdibû û aliyên civakî û siyasî beşdar dibûn û axaftinên xwe pêşkêş dikirin.

Îsal tenê hinek ji nas û dostên wî beşdar bûn.

Serokê Şepêla Pêşerojê roja Çiriya Pêşîn a2011an li bajarê Qamişlo ji aliyê komeke nenaskirî ve hatibû kuştin. 

Di heman bûyera kuştina Mişel Temo de, kurê wî Marsêl Temo û Serkirdeya Şepêla Pêşerojê Zahîde Reşkêlo jî bi giranî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Sêla di hembêza bavê xwe de ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

TAYBET - Sêwî û koçber: Sêla 5 mehî ye, çekdaran dêya wê kuştiye û mala wê nîne

Carinan mirov di 5 mehiya xwe de sêwîbûn û koçberiyê bi hev re nas dike, nexasim heke ew mirov Kurd be ev dibe rewşeke ne gelekî ecêb