Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê bajarê Amedê li nexweşxaneyeke taybet, zimanê Kurdî li ser amûra komputerî ya tomografiyê hat zêdekirin.
Li nexweşxaneyeke taybet a li navçeya Rezan a Amedê, ji bo nexweşên Kurd, zimanê Kurdî li ser amûrê tomografiyê hat zêdekirin.
Berpirsên nexweşxaneyê diyar dikin ku bi zêdekirina zimanê Kurdî li ser cîhazê, dikarin bi nexweşên ku zimanê Tirkî nizanin, têkevin têkiliyê û bi taybetî jî nexweşên ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo tedawiyê diçin Amedê.
Pisporê Radyolojî û Radyodîagnostîk Dr. Oguz Kirpik diyar dike ku dema nexweş dikevin nav cîhazê, dikarin bi zimanê Kurdî bi nexweşan re têkevin têkiliyê dibêje pirsgirêk dernakeve pêşiya nexweşan.
Dr. Oguz Kirpik dibêje ku bi taybetî ji Başûrê Kurdistanê gelek nexweş tên û ji ber ku karmendên wan jî gelek baş zimanê Kurdî dizanin, bi wan nexweşan re bi hêsanî dikevin têkiliyê.
Dr. Kirpik destnîşan dike: “Ez li nexweşxaneyên din jî xebitîm, lê em nikaribûn ji hev fêm bikin, wergêr pêwîst bû. Niha li vir em bêyî wergêr ji hev fêm dikin. Min nebihîst û min nedît ku li nexweşxaneyên din ên Tirkiyê tiştekî wisa hebe. Ez dizanim ku bi rêya wergêran dikin. Kesên ku bi teknîkê re eleqedar in ev (zimanê Kurdî) li ser cîhazê bar kirin. Mirov dikare bar bike. Ji bo me taybet nîne, mirov dikare li cîhazên din jî bar bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse