AMED - 750 saziyan perwerdeya bi zimanê Kurdî xwest

18-11-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Amed Zimanê Kurdî Perwerdeya Kurdî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê li ser navê 750 sazî û dezgehên sivîl, platform û partiyên Kurdan deklerasyonek hat eşkerekirin.

Di deklerasyonê de ji dewleta Tirkiyeyê naskirina zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê kurdî hat xwestin.

Her wiha banga vegerandina navê cih û waran, gund û bajaran ên bi Kurdî li dewletê kir.

Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandan a DEM Partiyê Heval Dilbihar got:

“Zimanê Kurdî nirxekî herî bingehîn ê Kurdan û mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê, bi awa, rê û rêbazên cur bi cur, tunehesibandin, qedexekirin, bişaftin, dorpêçkirin, sînordarkirin û hewldanên helandin û jiholêrakirina zimanê Kurdî sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.”

Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî di çalakiya ziman de amade bû.

Li gorî wê, pêvajoya aştiyê bi naskirina zimanê Lurdî dikare mayînde bibe.

"Zimanê ku pê perwerde nebe, dihele"

Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Amedê Remzîye Alparslan jî got:

“Zimanê ku zarok pê perwerde nabînin mixabin dawiya wê helandin e. Ji bo ku divê zarok bi wî zimanî bide û bistîne, civak bi wî zimanî bide û bistîne, statû divê.

Ev jî bi statû, bi fermîbûn û perwerdehiyê dibe. Ya din jî daxwaza vegerandina cih û waran gelekî girîng e.

Navên hemû gund û bajar û bajarokan hatin guhertin û navên Tirkî li wan hat kirin. Ev jî dike ku wekî ku evder qet warê Kurdan nebe, Kurdistan nebe, wisa xuya dike.”

"Statuya Kurdî xeta me ya sor e"

Kesên ku tevlî çalakiyê bûn jî diyar kir ku statûya Kurdî xeta wan a sor e û ew dê ti caran ji vê xetê gav bi paş de neavêjin.

Çalakgera ziman Şukran Yakutê jî got, “Sed sal zêde ye ku asîmîlasyon bi awayekî sîstematîk li ser çand û zimanê Kurdî dimeşînin.

Ger em bi hêz bibin em dikarin bigihijin armanca xwe.”

Çalakgera ziman Meqbûla Açikgoz jî got, “Li her qadê bila bi zimanê xwe biaxivin.

Di nava partiyê de dibe, di nava dewletê de dibe, li nexweşxaneyan dibe, bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”

Nivîskar Feratê Dengizî jî got, “Divê astengî li hemberî tu zimanan nebe. Em wekî Kurd ji vî aliyî de pir birîndar in.

Em pir hatine heciqandin. Em dixwazin zimanê me bibe zimanekî serbest.”

Di ser destpêkirina pêvajoya aştiyê re salekî zêdetir derbas bû.

Heta niha derbarê perwerdehiya zimanê Kurdî de ti gavên nû nehatiye avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst