کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêne: Rojavayê Kurdistanê

Wêne: Rojavayê Kurdistanê

kurdistan

Sûriye amade ye bi Kurdan re bişêwire

Dilxwaz Behlewî

Dilxwaz Behlewî

10-10-2017
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Dilxwaz Behlewî
Dilxwaz Behlewî10-10-2017

Nûçeyên Têkildar

Li Îranê ji ber konserekê cezayê qamçiyan li hundermendekê hat birîn
ÎRAN23-11-2026

Li Îranê ji ber konserekê cezayê qamçiyan li hundermendekê hat birîn

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê
TIRKIYE23-11-2026

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê

Sebah Numan: Navên êrişkarên Kormorê dê werin eşkerekirin
Hevpeyvîn23-11-2026

Sebah Numan: Navên êrişkarên Kormorê dê werin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Helwesta hikûmeta Sûriyê ya li hember rêveberiya xweser a Rojavayê Kuridstanê nerm bûye. Beriya çend rojan Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mûelim di hevpeyvînekê de ragihand, ku ew dikarin di çarçoveya yekîtiya axa Sûriyê de li ser mijara rêveberiyên xweser gotûbêj bikin.


Heta duh jî pirsgirêka Kurd li Sûriyê “xeta sor” bû. Berpirsên Sûriyê, digotin, ku gelê Kurd û rêveberiya navçeyên wan beşek in ji gel û axa Sûriyê, qet nayên veqetandin. Lê Welîd Mûelim di hevpeyvîna xwe de got, ku ew dikarin li ser xweseriyê biaxivin.

 

Piştî serhildana şerê navxwe yê Sûriyê, hikûmeta artêşa xwe ji bajarên Rojavayê Kurdistanê vekişand. Kurdan li herêmên xwe “rêveberiya xweser” ragihandin. Di destpêkê de sê kantonên bi navê Cizîre, Kobanê û Efrînê hatine avakirin. Herwiha hêza asayîşê damezrandin.

 

Sedema guhertina helwesta hikûmeta Sûriyê çi ye?

 

Berî berpirsên Sûriyê di daxuyaniyên xwe de digotin, ku dema rewşa ewlekariya Sûriyê baş bû û grûbên tundrewan hatine têkbirin ew dê vegerin navçeyên bakûrê Sûriyê an ku Rojavayê Kurdistanê.

 

Piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Sûriyê, çavdêr dibêjin sedema guhertina helwesta hikûmeta Sûriyê guvaşên Rûsyayê ne, ku Moskow bi berdewamî hewl didi Kurdan û hikûmeta Sûriyê nêzîkî hev bike. Bi taybet jî piştî ku Kurdan bi Amerîkayê re pêwendiyeke bi hêz saz kirin, Rûsya zêdetir dixwaze van herdu aliyan nêzîkî hev bike.

 

Derbarê vê mijarê de Endamê Encûmena Gel a Sûriyê Dr. Mihemed Xêr Ekkam ji Rûdawê re got: “Hikûmeta Sûriyê li gel Kurdan danûstandinê nake, lê diyalogê dike. Çimkî Kurd beşek ji civaka nîştîmanî ya Sûriyê ne. Wate ev diyaloga di navbera hikûmeta Sûriyê û pêkhateyeke sereke ya Sûriyê de ye, ku ew jî Kurd in. Dikarin li ser çend pirsan rêkeftinê jî di nava xwe de bikin lê ev yek, di çarçoveya yekîtiya xaka Sûriyê de dibe diyalogekî nîştîmanî.”

 

Parlamenter Dr. Mihemed Xêr Ekkam, ku di heman demê de endamê şanda Sûriyê ye di danûstandinên Cinêvê de, da xuyakirin: “Ew gelên di sed salên derbasbûyî de hatibûne piştguhxistin, niha jî li gel birayên xwe yên ereb dijîn. Dema Welîd Mûelim behsa diyaloga li gel kurdan jî dike, mebesta wî ew e, ku ev pêkahe ji aliyê kesên din ve neyê bikaranîn û nebe cîbicîkarê berjewendiyên wan.”

 

Kurdan Amerîka hilbijart

 

Dr. Mihemed Xêr Ekkam dibêje, ti bingeheke yasayî û destûrî ya sepandina rêveberiyek xweser nîne û lewma diyar dike: “Rêveberiya ku li bakûrê Sûriyê hatiye avakirin ne rewa ye. Ji ber ku bi diyaloga li gel hikûmeta Sûriyê nehatiye damezrandin. Lê li ser hîmê diyaloga nîştîmanî dikarin li ser rêveberiya navxwe diyalogê bikin.”

 

Parlamenterê Sûriyê Dr. Mihemed Xêr Ekkam ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê çendîn caran li gel berpirsên Kurd rûniştiye. Ekkam rexne li rêveberiya Rojava digre û dide xuyakirin: “Dema şanda hikûmeta Sûriyê li Moskowê bû, Salih Mûsilm jî li wir bû û diyaloga di navbera herdu aliyan de dest pê kir. Ji bo hemahengî çêbibe diyalog berdewam bûn lê paşî pêkhateya Kurd berjewendiyên Amerîkayê hilbijartin. Ev jî ji bo me tiştekî ecêb bû. Çawa li gel Amerîkayê hevpeymaniyê çêdikin lê hemahengiyê li gel hikûmeta Sûriyê pêk naynin? Amerîka li hember vê hevpeymaniyê ti tiştekî nade Kurdan, tenê wan di şerê li dijî DAIŞê de bikar tîne. Heta niha jî Amerîkayê ti tiştek nedaye wan da ku di berjewendiya Kurdan de be. Berjewendiya Kurdan mayîna wan a li gel hikûmeta Sûriyê de ye.”

 

Kurd dest ji destkeftiyên xwe bernadin

 

Ji aliyê din ve, berpirsên rêveberiya Rojavayê Kurdistanê jî didin xuyakirin, ku ew pêşwazî li hemû destpêşxeriyan dikin, ku şer’iyetê bide rêveberiya xweser.

 

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Bi ti awayî em ne li dijî diyaloga li gel hikûmeta Sûriyê ne lê em li ser destkeftên xwe danûstandinê nakin, ku ev destkeft bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Niha em xwedan sîstemeke federalî ne û vê destkefta xwe jî ji dest nadin. Eger diyalog li gel hikûmeta Sûriyê dest pê bike jî divê ji wir dest pê bike, ku biryarê li ser şêwazê federalîzmê bide. Gelo dê federalîzmeke mîna yê Belçîkayê an ya Iraqê be.”

 

Bi gotina Mihemed Mûsa, dibe li gel Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) rêkftinek were kirin û bi şandeke hevpar li gel hikûmeta Sûriyê danastandin werin kirin.

 

Mûsa diyar kir: “Lê mixabin niha ENKS parçeyekî opozîsyona Sûriyê ne, ku mafê gelê kurd nas nake.”

 

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê destnîşan kir, ku rêveberiya Rojava niha di nava hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de cîh digre, ku serokatiya wê Amerîka dike.

 

Mihemed Mûsa dibêje, sedema destwerdana Hevpeymaniya Navdewletî ya li karûbarên Sûriyê û hatina terorê ji ber lawaziya hikûmeta Sûriyê û dijbereyê ye, ku nekarîn çendîn salan çareseriyekê ji krîza Sûriyê re peyda bikin.

 

Rêveberiya Xweser di Mijdara 2013ê de bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate damezrandin. Paşî partiyên Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyê beşdar bûn.

 

Li gorî nêrîna şirovekaran xweserî bûye emrî waqî û bi tevlêbûna nav Hevpeymaniya Navdewletî, rêveberiya xweser bihêztir bûye.

 

Nûçeyên Têkildar

Li Îranê ji ber konserekê cezayê qamçiyan li hundermendekê hat birîn
ÎRAN23-11-2026

Li Îranê ji ber konserekê cezayê qamçiyan li hundermendekê hat birîn

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê
TIRKIYE23-11-2026

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê

Sebah Numan: Navên êrişkarên Kormorê dê werin eşkerekirin
Hevpeyvîn23-11-2026

Sebah Numan: Navên êrişkarên Kormorê dê werin eşkerekirin

Pirsên