Srî Lanka li Kurdistanê konsulxaneyê vedike

10-10-2017
RÛDAW
Ala Srî Lankayê
Ala Srî Lankayê
Nîşan Kurdistan Serxwebûn Referandum Srî Lanka Konsulxane Hewlêr
A+ A-

Kolombo (Rûdaw) – Welatê Srî Lankayê dê di meha dahatî de bi fermî konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke.

 

Ew çend roj in ku Konsulê Fexrî yê Srî Lankayê yê li Herêma Kurdistanê vegeriyaye welatê xwe û ji bo nirxandin û gotûbêjkirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê û Srî Lankayê bi taybet piştî encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bi berpirsên welatê xwe re çend civîn pêk aniye.

Konsulê Fexrî yê Srî Lanka li Herêma Kurdistanê, Dr Ehmed Celal li Kolomboyê daxuyanî da Rûdawê û got: “Bi rêya Wezareta Derve ya Srî Lankayê me li gel çend wezaretan civîn pêk aniye. Herwiha me li gel Birîkarê Wezareta Derve ya Srî Lankayê civîn hebûye.”

 

Ehmed Celal da xuyakirin: “Meheke din bi awayekê fermî Konsulxaneya Srî Lankayê li Herêma Kurdistanê tê vekirin û ew dê li ser pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê berdewam bin.”

 

Li gorî agahiyan, zêdetir ji 4000 welatiyên Srî Lanakyê li Herêma Kurdistanê kar dikin.

 

Li deverên din ên Iraqê jî tenê 1000 welatiyên Srî Lankayî mijûlê kar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst