Xala kontrolê rê neda her du parlamenter werin Hewlêrê

11-01-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Soran Omer Elî Hemesalih Pirdê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên asayîşa xala kontrolê ya Pirdê ya li ser rêya sereke ya Hewlêr û Kerkûkê rê neda, ku parlamenterê Tevgera Goran Elî Hemesalih û parlamenterê Komela Îslamî Soran Omer bên Hewlêrê û ew vegerandine Silêmaniyê.

 

Duh li xala kontrolê ya Pirdê, hêzên asayîşê piştî pişkinînan nehiştin parlamenterê Tevgera Goran Elî Hemesalih û parlamenterê Komela Îslamî Soran Omer bikevin Hewlêrê.

 

Derbarê mijarê de Parlamenterê Goranê Elî Hemesalih bi daxuyaniyekê ragihand, ku asayîşa Pirdê ew demjimêr û nîvekê ragirtine û paşî ji wan re gotine, ku rê Nadine wan da ku herin Hewlêrê divê vegerine Silêmaniyê.

 

Hemesalih herwiha îdîa kir, ku parlamenterê Komela Îslamî Soran Omer û hêzên asayîşê çekên xwe rastê hev kirine û mekanîzma jî kişandine.

 

Lê Soran Omer ev îdîa red kir û ji Rûdawê re got; “Di dema kontrolkirina nasnameya min de gotin, nabe ti werî Hewlêrê. Min ji wan re got, nakokiyên siyasî nexin nav karên xwe lê wan got, ku ferman ji jor ve hatiye. Min çeka xwe dernexistiye. ”

 

Omer îdîakir, ku ew bi tevê malbata xwe nêzîkî du demjimêran hatine ragirtin û hinek karmendên asayîşê jî li hember wî gotinên nexweş bikar anîne û wiha axivî:

 

“Wezîrê Çandiniyê Ebdulsetar Mecîd bi telefonê ligel Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî û Rêveberê Giştî y3e Asayîşa Hewlêrê Îsmet Ergûşî axiviye û her du berpirsan soz dane, ku vê mijarê bişopînin.”

 

Serokê Freaksiyona Komela Îslamî ya Kurdistanê Merwan Gelalî ji Rûdawê re got; “Hêvîdar im ku kiryara li hember her du parlamenteran helwesteke şexsî be, ne ya Partiya Demokrata Kurdistanê. Bi nêrîna min her du parlamenter ji ber daxuyaniyên xwe yên derbarê gendeliyê de hatine vegerandin.”

 

Ji aliyê din ve, Rêveberê Asayîşa Hewlêrê Tariq Nûrî ji Rûdawê re ragihand; “Agahiya me ji vê rewşê nîne. Ti fermanek ji bo vegerandina van her du parlamenteran jî di destê me de nîne. Dibe sedem dengedenga di navbera wan û hêzên asayîşê de be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst