Idlib (Rûdaw) – Zarok di rewşa şer û pevçûnan û koçberiyê de dibine qurbaniyên sereke.
Li bajarê Idlibê yê li bakurê Sûriyê, hin rêxistin û dezgehên sivîl zêdetir guh didin zarokan, bi taybetî ji aliyê derûnî ve, ku pêwîstiya wan bi vê yekê heye.
Yek ji karên van dezgeh û rêxistinan, vekirina dibistanên taybet e, ku zarok têde li ser nirx û prensîbên mirovî têne perwerdekirin.
Mamosteyê li Dibistana Beyan Fêsel Mehmûd wiha dibêje: "Dibistana Beyan ji dibistanên nimûneyî ye ku di rewşa şer de, li Sûriyê hene. Ew take dibistan e li vê navçeyê. Li vê dibistanê derfeteke fêrkirinê ya baş ji zarokan re peyda dibe. Herwiha derfeteke alîkariya derûnî jî ji zarokan re heye"
Li gundewarê başûrê Idlibê xwendegeha bi navê (Dibistana Beyan) taybet e ji bo guhdana bi zarokan.
Li vê dibistanê, zarok dixwînin û li ser lîstika hevbeş û pêwendiyên mirovî perwerde dibin.
Fêsel Mehmûd wiha domand: “Li vê dibistanê em guhdanê bi babetên gelekî girîng dikin. Ew jî rahênankirina mamoste û kadroyên hilbijartî ye. Ev kadro li ser guhdana bi zarokan hatine rahênankirin."
Berdewam pêwîstiya zarokan, bi guhdan û alîkairya derûnî heye. Bi taybetî di rewşa şer û koçberiyê de, weke ku li Sûriyê dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse