Rapor: Ji destpêka îsal ve 76 zarokan li Efrînê û navçeyên Rêveberiya Xweser jiyana xwe ji dest dane

09-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Dayikeke Sûrî ligel du zarokên xwe.
Dayikeke Sûrî ligel du zarokên xwe.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Zarok Rojava Efrîn Şehba Cizîr Kobanî Minbic Reqa Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komela Mafê Mirovan Ya Cizîrê di rapora xwe ya herî nû de derbarê rewşa zarokan de dibêje, di 5 mehên bihorî de li herdu herêmên Efrîn û Şehbayê ji ber rewş û bûyerên cûda yên wek erdhej, topbaranên li herêmê û bûyerên kuştinê 64 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Li gor raporê, li Cizîrê, Kobanî, Minbic û Reqayê jî 12 zarok hatine kuştin, ku 9 ji wan bûyeran li Cizîrê bûne.

Li gor rapora komeleyê ku xwe wek rêxistineke serbixwe dide nasîn, ji destpêka îsal ve heta 31ê Gulanê 12 zaork li navçeyên Cizîre, Firat, Minbic û Dêrezorê hatine kuştin û 6 zarok jî birîndar bûne.

Di raporê de tê gotin, ku di encama erdhej û topbaranan de 46 zarok ku di nav wan de pitik jî hebûne jiyana xwe ji dest dane, herwiha di encama teqînan mayînan de 15 zarok hatine kuştin û 15 zarokên din jî birîndar bûne. Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê diyar kiriye, di heman demê de destdirêjî li 2 zarokên keç hatiye kirin û 2 zarokan jî ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor heman raporê, 7 zarok hatine girtin û bi îşkenceyê zarokek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Çalakvan û mafnasê Kurd ê ji Efrînê, Ibrahîm Şêxo ji Tora Mredyayî ya Rûdawê re behsa rewşa zarokan li Efrîn û Şehbayê kir û ragihand, zêdetir ji 15,000 zarokan li Şehbayê di warê perwerdehiyê de di rewşeke zehmet de ne.

Ibrahîm Şêxo got, rewşa zarokan li Şehbayê hem di warê perwerde û xwendinê de û hem di warê tendirustiyê de ne baş e, bi taybet ku dorpêç li ser herêma Şehbayê heye.

Bi gotina Ibrahîm Şêxo, ji ber ku deriyên sînor ên di navbera navçeyên hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de bi awayekî berdewam tên girtin, ew rewş bandoreke xirab li ser zarokên herêmê jî dike.

Serkirdeyê Partiya Yekîtî jî, li Kobaniyê, ji Rûdawê re beha rewşa zarokan li wê navçeyê dike.

Endamê Polîtbîrya Partiya El-Wehdê, Mislim Şêx Hesen jî got ku rewşa şer û aboriya xirab alozî dijwartir kiriye û piraniya zarokan di temenekî biçûk de dest bi kar dikin û ji gelek mafên xwe yên sereke bê par dimînin.

Ji Adara 2011yan ve, heta niha ev sêzdemîn sal e, krîza Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê berdewam e, û bi sedema aloziya rewşa ewlehî, leşkerî, aborî û perwerdeyê, zarok rastî gelek zehmetî û astengiyan dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst