Malbetekî li Amedê: Bav mesihî, dayîk spanî û kur misilman e

Amed (Rûdaw) - Li Amedê keşeyekî kurd ku piştre bûye mesîhî, ji bo zimanê kurdî di nava kurdên mesîhî de serdest bike, ji bo weşanxaneyeke mesîhî pirtûkên ola mesîhî wergerê kurdî dike.


 

Li Amedê taybetmendiya malbetekê heye ku dayik spanî, bav mesîhî, kur misilman e. Lê hemû bi hev re di nava aramiyê de dijîn û ew dibêjin malbata wan ji bo Rojhilata Navîn mînakeke serkeftî ya pêkvejiyanê ye.


 

Şaban Ok kurdekî mesîhî yê Amedê ye. Ew berê misilman bûye û piştre bûye mesîhî. Niha keşeyê dêra protestan a Amedê ye. Wî beşekî mala xwe veguhestiye ofîsa xebatê û karê werger û redaksiyona kurmancî ya weşanxaneyeke mesîhî jî di mala xwe de dike.


 

Cihê weşanxaneya wan a li Amedê di nava Sûrê de ye û di odeyeke dêra protestan de ye. Lê ji ber şer û pevçûnan û tehdîdan ew di şûna dêrê de, karê xwe li mala xwe dike.


 

Kurdê mesîhî Şaban Ok ji Rûdawê re wiha got: “Em dixwazin rasterast ji çavên Mesîh bikaribin bixwînin. Ev werger ji min re tên şandin, ez sererast dikim ji wan re dişînim. Ez difikirim ku em mesîhî jî baweriya xwe bi zimanê xwe yê rengîn, dewlemend, bi zimanê kurdî îbadeta xwe bikin.”


 

Taybetiyeke malbata Şaban Ok ew e ku hevjîna wî spanî, ew bi xwe kurdekî misilman e ku piştre bûye mesîhî ye. Kurekî wî çûye ser ola mesîhî û kurekî wî jî di ola îslamê de maye. Lê ew hemû bi hev re dijîn.


 

Kurê Şaban Ok ê bi navê Mustafa Ok jî got: “Bavê min keşe ye, birayê min mesîhî ye, ez jî misilman im. Em bi hev re dimînin, kêfa me ji hev re tê.”


 

Kurê Şaban Ok ê bi navê Yusuf Ok jî anî ziman: “Bavê min piştî bû mesîhî, min jî ola mesîhî lêkolîn kir. Min încîl xwend. Piştre min biryar da bibim mesîhî. Di navbera me de ti pirsgirêk tune ye. Em ji hev pir hez dikin.”


 

Şaban Ok, dibêje tehamûl û pêkvejiyana malbata wî li Rojhilata Navîn mînakek serkeftî ye. Ew dixwaze xebata kurdî ya ji bo weşanxaneya mesîhî jî di nava kurdên mesîhî de bike mînak û wisa bike ku kurdên bi zimanên biyanî dijîn li zimanê xwe yê dayikê vegerin.