Dêrsim (Rûdaw) - Kurdên Elewî yên Dêrsima Bakurê Kurdistanê hefteya dawî ya Çile heta naverasta Sibatê wek Meha Xizir binav dikin. Di wê demê de 3 rojan bi rojî dibin ku jê re tê gotin Rojiya Xizir, xwarin û şêraniyê belav dikin û herwiha qurbaniyan didin.
Îsal jî ligel berfeke zêde li deverê ku li hinek cihan sê metreyan bilind bûye, Kurdên Elewî dîsa Meha Xizir bilind ragirtin. Ew çûn Cemxaneya Munzur û piştî duayan beşdarî merasîm kirin. Elewiyên bajarokê Pilûra Dêrsimê di Meha Xizir de kom bûn û bi hevre xwarin xwarin.
Elewî zêdetir roja Pêncşemê Rojiya Xizir digirin, qurbaniyan didin û duayan dikin. Piraniya salan 4 Pêncşeman di Meha Xizir de bi rojî dibin. Di beşekî ferzan de zikrên xwe dikin û sirûdên olî dixwînin.
Li ba Elewiyan ciwanên nezewicî rojiya tîbûnê digrin û ji bo zêdetir tî bibin, xwarina şor dixwin. Bi baweriya wan, ew ciwan ligel wî/ê kesî jiyana hevjîniyê pêk tîne ku di xew de avê bidiyê. Lewra di vê mehê de ciwanên nezewicî di xewa xwe de bi hesret li benda wê/î kesî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse