Li Dêrsimê agir bi malekê ket: 2 kes birîndar bûn

04-07-2023
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê yê Dêrsimê Alî Haydar Gozlu ragihand  di demjimêrên şeva  Sêşemê 4ê Hezîrana  2023an li gundê Halvorî yê girêdayî Dêrsimê ji ber sedemek nediyar agir bi malekê ketiye û di agir de  2 xortên 15 û 16 salî yên bi navên Ardil Kaan B. û Yoldaş A. birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û agir vemirandin. Tîmên tendirustî jî birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Hat ragihandin din beşek ji laşê birîndaran sotiye û bi giştî rewşa wan a tendirustî baş e.

Derbarê bûyera agir de jî lêkolîn hatin destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst