Mehmet Ocalan: DEM Partiyê miletê me kiriye Tirk
Mehmet Ocalanê ku nêzîkî 2 salan ji birayê xwe Abdullah Ocalan biçûktir e, bi tundî rexne li berpirsên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) girtin.
Mehmet Ocalan diyar kir ku ziman û xebata wan a siyasî ne bi Kurdî ye û Kurdiya wan tenê "sê peyv" in û got, "Merheba, ser seran, ser çavan."
Ocalan her wiha anî ziman ku ew pişt re dest bi zimanekî din dikin û wan zimanê Kurdî qedexe kiriye.
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku wî rasterast rexne li birêvebirên DEM Partiyê girtine û ji wan re gotiye:
"We em nekirin Kurd, we em kirin Tirk."
Ocalan da zanîn ku wan jî gotiye, "Ev gotineke pir giran e tu ji me re dibêjî" û wî jî bersiv daye, "Ev rastî ye."
Mehmet Ocalan ji ber piştguhkirina zimanê Kurdî ya di axaftin û xebatên DEM Partiyê de gelekî bi hêrs e û da zanîn:
"Xema wan ne Kurdistan e. Heger xema wan Kurdistan bûya, wan dê bi Kurdî biaxiviya."
Mehmet Ocalan, 4ê Nîsanê li gundê xwe Amaraya Rihayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Yên DEM Partiyê sond xwariye ku her tiştê xwe bi Tirkî bikin.
Karê wan ê 24 saetan ev e. Tirk car caran wan digirin lê bêwate wan digirin, ji xwe xizmeta wan dikin."
Hevpeyvîna Maşallah Dekak a bi Mehmet Ocalan re:
Rûdaw: Ji gundê Amarayê yê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, dem baş temaşevanên hêja. Îro em li Amarayê ne û mêvanekî me yê qedirbilind heye; Kek Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan. Em dê pê re li ser mijarên rojevê, naveroka hevdîtinên Îmraliyê û bandora wan a li ser siyaseta Kurdanî biaxivin.
Bi xêr hatî, ser çavan hatî. Hema yekser ji vê pirsê dest pê bikim; te çend caran çûyî Îmraliyê û di wan hevdîtinan de hûn bi kekê xwe re çi axivîn, li wê derê bi çi re mijûl e û mijarên we zêdetir çi bûn?
Mehmet Ocalan: Ocalan, rasterast bi vî rengî dikarim bibêjim, tiştê ku min bi çavê xwe dîtiye û bi guhê xwe bihîstiye, di 6 mehên dawî de me 3 caran hevdîtin kir. 24 saetan dibêje ez Pirsgirêka Kurdan çawa çareser bikim. Got; hûn bi rehetî diçin û tên vê derê. Saetek û du saetan em dan û standinê dikin lê di mêjiyê min de, vê dawiyê 4 hevalên din jî li cem wî ne, em bi wan re dem bi dem civînan dikin û em dibibêjin em dê Pirsgirêka Kurdan çawa çareser bikin. Got; wekî din bi ti tiştekî re mijûl nabim. Hedefeke min heye ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan û em çawa dikarin xwîna ku tê rijandin, bidin sekinandin. Em Pirsgirêka Kurdan di çarçoveya demokratîk de çawa dikarin çareser bikin. Bi roj û şev projeyên me li ser vê yekê ne.
Rûdaw: Rêzdar Ocalan derbarê zimanê Kurdî çi difikirî? Nêrîna wî çi bû û daxwazên wî li ser vê çi bûn? Di mêjî û hişê wî de çi hebû?
Mehmet Ocalan: Got, eger Kurdek Kurd be, di mala xwe de bi zarokên xwe re bi Kurdî nepeyive û siyasetê bi Kurdî nake, ez vê yekê bi ti awayî qebûl nakim. Ez bi xwe siyasetê nakim, em 50 salan di malekê de mezin bûn û heta demekê em bi hev re jiyan. Di navbera me de sal û nîvek û 2 sal hene. Her tiştê serok ji bo vî welatî bû û wexta çû mektebê wekî Kurdekî bi Tirkî nizanibû. Lê mêjiyê wî baş dişixulî. Tirkî hîn bû û li gelê Kurd xwedî derket. Gelê Kurd di çi rewşê de ye, ez ji we re jî dibêjim; Berê em zarok bûn, me ji Kurdiya xwe fedî dikir; me nedigot em Kurd in. Li Rihayê Ereb zêde ne lê li Xelfetiyê kêm in. Li vê derê Tirkmen hene, me digot em Tirkmen in lê me bi Tirkî jî nizanîbû. Ango jiyana me bi vî rengî derbas bû. Vê tevgera Kurdan têkoşîna li Bakur, dibe ku heta niha jî beşek wiha be lê milet ji mirinê rizgar kir. Hebûna xwe qebûl nakin, heta niha jî beşek wiha ye. Ez dê behsa vê dawiyê bikim, 3 caran ji bo Pirsgirêka Kurdan û hem jî ji bo pêvajoyê çûm. Got; binêre, bila her kes vê yekê baş zanibe, em 50 sal in bi Tirkiyeyê re her tiştî dikin. (Naxwazim naverokê vekim. Her kes jî her tiştî dizane.) Ji bo ku Tirkiye hebûna Kurdan qebûl bike lê Tirkiye hebûna Kurdan qebûl nake. Binêre her zimanî qebûl dike lê hebûna Kurdan qebûl nake. 3 caran li ser hev got û cara dawî jî ev got. Got ku divê ji niha û pê ve Kurdên ku li Kurdistanê û her derê siyasetê dikin, li ser saziyên xwe bi Kurdî binivîsin, di civînên xwe de bi Kurdî biaxivin û li kû derê dibe bila bibe her tiştê xwe bi Kurdî bikin û bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Ji ber ku dewletê ziman û çanda Kurdî qebûl kiriye, divê em jî vê di jiyana xwe ya rojane de bi cih bikin. Me car caran ev ji DEM Partiyê re jî got, ji parlamenteran re jî got, me ji şaredariyên li Kurdistanê yên qeyûm li ser nehatine danîn û ji her kesî re got. Her kes hînî vî tiştî bûye, hem şaredarên me, hem parlamenterên me, ez naxwazim vî tiştî bêjim lê min ev tişt li Girava Îmraliyê jî ji serok re gotine. 3 tiştan dibibêjin, dibibêjin merhaba, ser seran, ser çavan û dest bi zimanekî din dikin. Zimanê Kurdî qedexe kirine.
Rûdaw: Li gorî baweriya te, siyaseta Kurdanan bi gotina Ocalan dike yan her tiştî li gorî xwe bi rê ve dibe?
Mehmet Ocalan: Niha tu rasterast bibêjî, di 27 salan de, dewletê tim tecrîd meşand lê Serok gotinên xwe digotin. Rastiya vê ev e; eger ên ku siyaseta Kurdanan dikirin, li gorî gotinên Serok tevbigeriyana, dê Pirsgirêka Kurdan li qonaxeke din bûya. Min ji her kesî re got, ji ber ku wekî mirovekî ji min re got û ez jî çûme Enqereyê û Diyarbekirê û min ji wan kesên serokatiya siyaseta Kurdan dikin re, gotinên Serok gotin. Me hem wekî not dinivîsandin û hem jî bi ziman digot. Digotin ser seran û ser çavan lê tiştê pêwîst dikir jî ti carî nekirin. Eger piştî sala 2005an tevgera Kurdan proje û gotinên Serok bi cih bikirana, dibe ku Pirsgirêka Kurdan ji zû ve çareser bûbûya. Digotin erê û dîsa li gorî xwe dîzayn dikirin. Ez dikarim bi kurtasî vê bibêjim, ez şahid im, min di 27 salan de bi guhê xwe bihîst, bi çavê xwe dît û gotina Serok jî ji wan re got. Kurdên me yên li vê derê, saziyên me yên demokratîk, siyasetmedarên me, hevalekî 32 salan di zindanê de mabû jî hebû, min got; "we em nekirin Kurd, we em kirin Tirk." Gotin tu gotineke pir giran ji me re dibêjî. Min jî got rastî ev e. Ez ji bo tevgera zindanê nabêjim lê tevgera DEM Partî û DBPyê û saziyên demokratîk berpirs in. Vê yekê agir bi hundirê me xistiye. Dibibêjin em bi Serok re ne û gotinê wî bi cih bikin lê bi ti awayî bi cih nakin.
Rûdaw: Kek Mehmet, rexneyên te yên li ser siyaseta Kurdan çi ne? Tu herî zêde ji çi aciz î û çiyê wan li xweşiya te diçe?
Mehmet Ocalan: Bila kes li qisûrê nenêre, ez naxwazim vê yekê jî bêjim, ên li vê derê, binêre Riha bajarekî mezin e, metropola Kurdistanê ya herî mezin Riha ye, DEM Partî û yên ku alîkariya partiyê dikin paşerojê li gorî xwe dîzayn dikin. Ez wan şermezar dikim. Ez baş zanim, ez li Rihayê mezin bûme, ez her derê dizanim, kî çi dike jî dizanim. Li vê derê tiştek dane wan, ji bo paşerojê xatirê pergalê naşikînin. Li gorî xwe dîzayn dikin. Ez bi rêya weşan û televîzyona we dibêjim, ez wan şermezar dikim. Ev ne rast e. Kurd vê yekê heq nakin. Kurdan bedelên pir mezin dane. Li her derê dane. Li Rojava dane û li Başûr jî dane, heta niha li Rojhilat jî didin. Heta niha jî didome lê Kurdên Bakur û saziyên wan ên demokratîk, Kurd azad nekir. Ez naxwazim bibêjim lê ez mecbûr im bibêjim. Min li pir deran gotiye, min ji serokên ku rêxistinên tevgera Kurdan bi rê ve dibin, ji hemûyan re gotiye. Dibibêjin erê lê dema em pişta xwe didin wan bi zimanekî din diaxivin. Ez ducare wan rexne dikim. Ev nayê qebûlkirin. Serok got ku em ji bo Pirsgirêka Kurdan bi dewletê re dan û standinê dikin, dewletê got ku me li Bakurê Kurdistanê hebûna Kurdan qebûl kiriye, hûn çima nakin? Her tiştî li gorî xwe dîzayn dikin. Guneh e, bedelên pir mezin hatine dayîn. Bawer bike, gelê Kurd jî vê yekê qebûl nake.
Rûdaw: Çima siyasetmedarên Kurd siyaseta xwe bi Kurdî nakin?
Mehmet Ocalan: Serok li ser vê mijarê got, ji parêzeran re jî got; got ku Mehmet pir dibêje, min 50 salî her tişt ji bo Kurdan kir, her kes vê yekê dizane. Got; çav û bedena min çûye. Got Mehmet, tu bi min re şorê dikî lê dewletê 26-27 sal in Kurdiya min qedexe kiriye lê dîsa jî Kurdiya min ji ya te baştir e. Ev hem wekî henek got û hem jî wekî rastî got. Got ku Kurdiya xwe baş bikin, li cem min wekîlê DEMê kurê min Omer jî hebû. Got Kurdiya min ji ya we baştir e. Got em pêvajoyê dimeşînin û çi ji destê me hat, me kir û em hîn jî dikin lê tenê bi aliyekî çareserî çênabe. Em dibînin ku li her derê, li jûran li cihê rehet Serok rexne dikin. Xwedî wijdan bin. Serok birayê min e û ez wî baş nas dikim. Serok 60 salên xwe ji bo tevgera Kurdan da, mala wî jî nîne. Di pirtûkên xwe de jî û ji me re jî dibêje, min ji dayîka xwe re 4 metre caw (qumaş) nekirî. Min çi kir, ji bo Kurdan bû lê yên li quncikan parvekirinan dikin, dibibêjin Kurd xapandine. Em bi ti awayî gotinên wan qebûl nakin. An ew dewleta Tirkiyeyê nas nakin, an jî Kurdan nas nakin. Em dikarin rexneyên mezin li tevgera Kurdan bigirin.
Rûdaw: Rêzdar Ocalan derbarê çepên Tirkan çi difikire? Ji ber ku ev mijar gelek tê rexnekirin, ji te re çi got? Dema ku wî fikra xwe got, te çi bersiv da û hûn li ser çepên Tirkan çi axivîn?
Mehmet Ocalan: Li ser paşerojê çend pirs ji min kirin, got divê em li Kurdistanê tevgerê mezin bikin û karsaz di nav tevgerê de cih bigirin. Got divê em çepên Tirkan jî beşdar bikin. Min jê re got; navê çepên Tirkan heye lê bingeha wan rûyê xwe nadin me. Min rasterast jê re got, ez bi xwe jî ji çepên Tirkan ne aciz im. Wan ji xwe re malek ava nekirine, dê çi ji me re ava bikin? Min rastiya xwe li Girava Îmraliyê got. Min got li Kurdistanê, bi karsazên ku xwe wekî Kurd qebûl dikin re dikarin tevgerê mezin bikin. Got ku ji bo paşerojê projeyeke me heye û em dixwazin tevgera Kurdan li Kurdistanê mezin bikin. Divê em her kesî tevlî bikin û kesekî li derve nehêlin. Li ser çepên Tirkan jî wiha got lê ez ketim navberê û min jê re got; rast e, em biratiya wan qebûl dikin lê bi şertê ku ew biratiya me qebûl bikin, em dikin. Bi aliyekî eger Kurdek dê bibe Tirk, em vê yekê qebûl nakin. Kurd bila Kurd bimîne û dîsa biratiya gelan bidome lê Kurdên me û karmendên me yên ku dixebitin, dibibêjin em dê we bikin Tirk û biratiyê bi vî awayî bikin. Em bi ti awayî vê yekê qebûl nakin. Em ne dijminên Tirkan in, em biratiyê dixwazin. Min ji gelek hevalên Tirk re jî got, ez dê te bi Tirkî biratiya te qebûl bikim lê divê tu jî bi Kurdî biratiya min qebûl bikî. Min înkar neke û nebêje were bi Tirkî em bira bin, em jî dibibêjin divê çanda me bi Kurdî be. Eger tu rastiyê nebêjî, paşerojê çareserî çênabe. Binêre ez dê ducare bêjim û ji we re jî bêjim; ji Kurdên Başûr re, ji Kurdên Rojava û yên Rojhilat re dibêjim, bi çi çavî li Serok dinêrin bila binêrin, Serok got ji tevgerên me yên wê derê re bibêjin, divê li Başûr, Rojava û Rojhilat yekbûna Kurdan çêbibe. Wekî din li Rojhilata Navîn çareya Kurdan nîne. Divê em ji bo hemû parçeyan tiştekî bikin û yekbûnê çêbikin. A didoyan jî ji we re bibêjim; Serok 27-28 sal in di zindana Girava Îmraliyê de ye. Hinek dibibêjin cihê wî baş û xweş e. Tu hesinekî 27 salan deynî Girava Îmraliyê, wê hesin birize. Di navbera min û Serok de sal û nîvek du sal hene, min li fîzîka wî nihêrî, hem çavên wî û hem jî laşê wî xirab bûye. Şande diçe û tê û yên me her tiştî xweş nîşan didin û dikin gul û gulistan lê ne rast e. Ez di dawiyê de dikarim vê yekê ji we re bêjim.
Rûdaw: Tu dibêjî, siyasetmedarên Kurd, hevşaredar, serokên saziyan, birêvebir û parlamenter siyasetê li gorî xwe dîzayn dikin, armanca te çi ye?
Mehmet Ocalan: Binêre ji bo Rihayê çi got; got ku eger siyaseta me li Rihayê rasterast bimeşandana, em dê 2-3 qat zêdetir mezin bûbûna. Di we de pirsgirêk heye. Ji min re got binêre, tu min baş nas dikî, li kêleka te Xelfetî, Hewag, Bêrecûk û Sirûc heye, wan deran bişopînin. Binêre yên ku bi rê ve dibin bê Serok biryarê didin, ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Belkî, li Amedê jî, li Mêrdînê jî, li Agiriyê jî, li Qersê jî, li Wanê jî, li Colemêrgê jî û li Êlihê jî wiha ye. Komikek çêbûye û bi xwe biryarê dide. Ev siyaset nayê meşandin. Binêre Kurdan 45 hezar kes bedel daye, zarokên Kurdan çûne lê tu nikarî li gorî wê xwe dîzayn bikî. Serok got; ez vê yekê qebûl nakim, got ez rojekê derkevim derve, hûn li Rihayê ji sedî 20-30yê dengan distînin lê ez dê vê yekê bikim ji sedî 50-60. Got hûn çima ew qas nikarin rastiyê bikin. Helbet ji me re got li vir binêrin lê li vê derê kesek li milet nanêre. Li gorî xwe dîzaynê dikin. Karmendên DEM Partiyê û DBPyê li gorî xwe dîzaynê dikin. Li gorî xwe çêdikin. Serokan li gorî xwe diyar dikin, gel ne di xema wan de ye. Kurdistan ne di xema wan de ye. Eger Kurdistan di xema wan de bûya, wê bi Kurdî bipeyiviyana. Tu dibêjî qey Kurdî ji xwe re heram kirine. Karmendên DEM Partiyê jî û DBPyê jî lê yên DBPyê hinekî baş in, em heqê wan jî nexwin lê yên DEM Partiyê sond xwarine ku her tiştê xwe bi Tirkî bikin. Miletê me kirine Tirk. Em miletê Kurd in û em kirine Tirk. Xebata wan 24 saetan ev e. Tirk car caran wan digirin lê bêwate wan digirin, ji xwe xizmeta wan dikin. Çima hûn wan digirin. Ez rasterast dibêjim. Bila werin li hemberî min bibêjin. Em dê li ser rastiyên xwe bidomin, di van gotinên min de eger kêmaniyek heye, bila werin ji min re bibêjin û min rexne bikin. Ez ji rexneyan re vekirî me û dikarin her tiştê xwe bibêjin lê rastiya me ya ku ez dibînim ev e, welatê me ev e û jiyana me bi vî rengî ye.
Rûdaw: Pirsa dawî ez dê bikim, derbarê Rojavayê Kurdistanê gelek tişt qewimîn li wê derê û kete rojeva hemû Kurdan û dinyayê, Ocalan bi awayekî rasterast bêyî ku destkarî were kirin ji te re çi got?
Mehmet Ocalan: Serok berî 6 mehan ev got; "bila serokên Rojava tedbîrên xwe bistînin. Di xetereyê de ne, hûn bi xwe herin ji wan re bibêjin ku Rojava di xetereyê de ye. Ji aliyekî ve Tirkiye û ji aliyê din ve Sûriye, wê wan ji holê rakin. Bila tedbîrên xwe bistînin. Heman tişt çêbû. Min got berê digotin şêx û mela ji xeybê dizanin lê Serok tespîtên wî baş in. Got ku bila Rojava bi her kesî re, protokolan çêbike lê rasterast çêbike. Ev pir girîng e, ne wiha? Tu zanî ez çi dibêjim. Got bi her kesî re dikare protokolê çêbike lê rasterast çêbike. Îran jî di nav de, wê çaxê navê Îranê jî derbas bû lê ji bo paşerojê di xetereyê de ye. Ev yek berî 6 mehan ji me bi xwe re got û me jî ji wan re got. Ango got bila hişyar bin. Ji birêvebirên rêxistinên Rojava re got. Got Rojava di xetereyê de ye û bila li gorî wê tedbîrên xwe bistînin û bi her kesî re dikarin protokoleke rasterast çêbikin. Rast derket. Hêzên Hevpeymanan 15 salan li gel wan kar kir û paşê jî ew bi serê xwe hiştin. Got ku bila bi wan re protokolê çêbike. We dît Trump got ku me tiştek ji wan re negotiye, me negotiye em dê wiha wiha ji bo we bikin. Gotinên me wê çaxê hatine qeydkirin, em çi peyivîne dewleta Tirkan qeyd kiriye. Ez van gotinan ji ber xwe de nabêjim. Serok got ku ne diyar e dê çi were serê Kurdan, wê ji holê rakin. Ji Rojava, Başûr û Rojhilat re jî digot Kurdistan yek e. Li wê derê serokên wan siyaseta xwe bi çi rengî dikin bila bikin, ev pirsgirêka wan e lê em dixwazin yekbûna Kurdistanê çêbibe. Kêmaniyên her derê û yên her kesî hene lê Rojhilata Navîn sala 1923yan hatiye dîzaynkirin û sala 2026an jî ji nû ve wê dîzayn bikin, em dixwazin Kurd li vê derê yekbûna xwe çêbikin.
Rûdaw: Zor spas Kek Mehmet Ocalan birayê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ku te em li mala xwe kirin mêvan û deriyê xwe yê li Amarayê ji me re vekir. Temaşevanên hêja hevpeyvîna me ya bi Mehmet Ocalan re gihîşt dawiyê û heta hevpeyvîneke din bi xatirê we.