Li Rojavayê Kurdistanê çinîna genimê avî dest pê kir

11-06-2025
RÛDAW
Çinîna genim /Wêne: Ji vîdeoyê
Çinîna genim /Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Çinîna Genim Rêveberiya Xweser Hêzên Cewherî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê çinîna genimê avî destpê kir.

Her wiha Navenda Lêkolînên Zanistî dest bi ceribandina çend corên genim kiriye.

Ji aliyê xwe ve Yekîneyên Parastina Civakê (Hêzên Cewherî/HPC) zeviyên genim ji derketina agir diparêzin û tedbîrên xwe zedetir dikin.

"Du corên pêketina agir hene"

Birêvebirê Komîteyên Hêzên Cewherî Xelef Ferhan amadekariyên xwe yên ji bo parastina genim wiha anîn zimên:

"Em ji bo parastina zeviyên genim rojane bi awayekî berdewam li gel komîteyên hêzên parastinê ji egera derketina agir gerên xwe pêk tînin.

Du corên pêketina agir hene, normal û tolhildan, ji ber gelek xelk û hoz hene li navçeyê dijminatiya hev dikin.

Ji bo vê yekê Hêzên Cewherî li gel hemû meclisên xwecihî, komîn û meclisên giştî hevahengî kirine, eger Xwedê neke agirek derket em amade ne."

Tevî ku îsal berhemê genimê bejî li Rojavayê Kurdistanê nebû, baranba kêm bandoreke neyînî li zeviyên genimê avî jî kir.

Vê yekê kar û xebatên Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ji bo başkirina corên genimê bejî û avî li gel çend corên pemboji bo mûsima sala bê ranewestandin.

"Me îsal 12 cor tovên genim û 5 cor tovên pembo çandine"

Hevserokê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Rêveberiya Xweser Mihemed Weyso Mihemed got:

"Me îsal 12 cor tovên çandiniyê yên genim û 5 cor tovên pembo çandine.

Derbarê corên tovê genim de em niha 3 coran diceribînin ji bo başkirin û pirkirina berhemê genimê avî bi navê 20, 25, 28.

Her wiha çewlikeke me ya taybet a ceribandinê ji bo 12 cor genimê bejî û 12 corên ceh jî heye, hevdem em du cor tovên pembo jî diceribînin çi bi şêwazê avreşênk û cokan be.”

Rêveberiya Xweser pêşbînî dike berhemên 2025an nêzîkî 350 hezar ton be.

Bihayê genim eşkere bû

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bihayê îsal ê genim eşkere kir.

Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser li ser kirîna genim daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî biryara ku îro hatiye derxistin, Rêveberiya Xweser dê her tonê genim bi 420 dolaran bikire.

Her wiha dê her kîloya genim jî dê bi 42 sentan be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst