Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Basayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê birûskê li keriyekî bizinan da û 95 serî bizinên ajeldarekî mirar bûn.
Bûyer îro li gundê Hetmayê yê girêdayî navçeya Basayê ya Şirnexê çêbû.
Li gorî zanyariyan, ajeldar Abdulhakîm Oner, dema keriyê xwe li çêrgeha gund diçêrand, ji nîşkekê ve baranek gur bariya.
Oner xwest pezê xwe vegerîne malê lê di rê de birûskê li keriyê pezê wî da.
Di bûyerê de zerer negihişt Abdulhakîm Oner lê ji ber lêdana brûskê 95 ser bizinên wî mirar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku tîmên girêdayî Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a navçeyê jî çûne cihê bûyerê û xebatên destnîşankirina zerer û ziyanan dane destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse