Serokê Herêma Kurdistanê û Seroka Şaredariya Parîsê civiyan

11-07-2019
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Ann Hidalgo îro bi hev re hevdîtin pêk anîn.
Nêçîrvan Barzanî û Ann Hidalgo îro bi hev re hevdîtin pêk anîn.
Nîşan Kurdistan Fransa Nêçîrvan Barzanî Ann Hidalgo
A+ A-

Parîs (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîvan Barzanî ku bi serdaneke fermî li Fransayê ye, îro Pêncşemî 11ê Tîrmeha 2019 bi Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo re civiya.

 

Civîna navber Nêçîrvan Barzanî û Anne Hidalgo derdora saetekê dom kir.


Piştî civînê, Seroka Şaredariya Parîsê Ann Hidalgo û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyarî pêşkêşî hev kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana wî welatî kiriye û duh li Koşka Elyseeyê ji aliyê Macron ve bi germî hat pêşwazîkirin.

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha duh bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian re jî hevdîtin pêk anîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dilawerê Zengî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Dilawerê Zengî: Li Rojavayê Kurdistanê xewna Xanî û Cizîrî pêk hatiye

Nivîskar Dilawerê Zengî ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî derbasî qonaxeke dîrokî bûye û xewna helbestvanên mezin ên Kurd pêk hatiye