Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi boneya Cejna Newrozê, peyameke pîrozbahiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.
Donald Trump di nameya xwe de pîrozbahiyên herî germ gihandin Nêçîrvan Barzanî û wiha nivîsî: "Newroz, pîrozkirina hatina biharê û nîşaneya serkeftina her demî ya ronahiyê ya li ser tariyê ye.
Ev cejna kevnar, nîşaneya hêza destpêkên nû ye."
Trump di peyama xwe de her wiha got, "Ez ji Xwedê daxwaz dikim ku ev Newroz bibe wesîleya xurtkirina nirxên aştiyê û rûmeta mirovan û sala nû tije xêr û xweşî be."
Serokê Amerîkayê pîrozbahî li hemû wan kesên ku Newrozê pîroz dikin kir. Trump di dawiya nameya xwe de bi Kurdî nivîsî, "Newroz pîroz."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse