Xelkê Hesekê: Av nîne û em nikarin bikirin jî

11-07-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Dema 22 rojan e ava Wêstgeha Elok hatiye qutkirin û bajarê Hesekê careke din bê av maye. Wêne: Rûdaw TV
Dema 22 rojan e ava Wêstgeha Elok hatiye qutkirin û bajarê Hesekê careke din bê av maye. Wêne: Rûdaw TV
Nîşan Heseke Rojava Krîza Avê
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Ev 22 roj in dîsan bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê bê av maye, Wêstgeha Avê ya Elok jêdera sereke ya dabînkirina ava miliyonek û 200 hezar kesan ji kar ketiye.

Kilîda Wêstgeha Avê ya Elok di destê çekdarên ser bi Tirkiyê de ye, av ji şerê siyasî yê deverê nedane alî, halê welatiyan jî gelek xirab e.

Ehmed Malik, nişteciyekî bajarê Hesekê ji Rûdawê re behsa kêşeyên xwe ji ber krîza avê dike û dibêje: “Di mehê de bi 56 hezaran em dikerin, her çar rojan em qazana malê bi 7 hezaran dadigrin, ava vexwarinê ye, niha karîna me ya kirînê nemaye, em ji bîrên cîran û ciwamêran, bîdonên xwe dadigrin.”

Rêveberiya Xweser behsa du projeyan weku alternatîv ji bo ava Wêstgeha Elok kiribû, projeya kolandina 50 bîran li navçeya Himê ya rojavayê Hesekê û projeya rakêşana avê ji Çemê Firatê bi dirêjahiya 135 km, lê herdû proje jî nîvco bûne û niha rawestiyane.

Ehmed Bedir, welatiyekî bajarê Hesekê ji Rûdawê re diyar kir: “Ev 22 roj in me av danegirtiye, piraniya xelkê ava şor a bîran dadigirin, xwedî xêrên xwediyê bîran avê didin me, Heya Sor jî, hin sêtêran belav dikin lê naghêjin me.”

Bi sîtêran av ji bîrên cûda cûda yên tal û şêrîn, vedughêzin, beşek mezin ji wan bermîlek av bi 1400 lîreyî difroşin û hinek jî ji aliyê rêxistinên mirovî ve, bê beramber belav dikin.

Omran Hisên, xwediyê sîtêra avê li Hesekê dibêje: “Telefonên me ranawestin, lê em dixwazin di riya rêxistinan re derkevin daku belaş bidin xelkê, em avê ji bîrên Hima tînin, li ser riya Til Temir 25km dûre ji vir, em şeş saetan di dorê de jî dimînin, ji 2ê şevê ve ez derketime û niha ez hatime.”

Li gor amarên saziya avê ya Hesekê, hêza Elok 4250 metre sê ca di saetekê de ye, ku ji sedî 80 wê ji bo Hesekê dihat veqetandin, herî kêm pêwistiya bajêr bi 3500 metre sê ca av di seatekê de heye ku niha ji sedî 10 wê jî nayê peydakirin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

DEM Partiyê derbarê biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da / Wêne: Rûdaw grafîk

Ji DEM Partiyê piştî biryarên Doza Kobaniyê yekem daxuyanî

DEM Partiyê li ser biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da û eşkere kir ku dê li hemberî cezayan serî netewînin.