Li Qersê û Agirî baran barî û lehî rabû

11-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Qers Agirî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers û Agirî yên Bakurê Kurdistanê şevê din baraneke zêde barî, ji ber wê jî lehî rabû, rê hatin girtin û av ket nav bi dehan mal û cihên kar.

Li navçeya Akyaka ya Qersê şevê din baraneke zêde bariya, kolan û rêyên nava bajêr tejî av bûn û lehî rabû.

Di lehiyê de av ket nav bi dehan mal û cihê kar ên xelkê navçeyê. Herwiha hinek beşên xeta trênê jî di bin avê de man.

Ji ber rabûna lehiyê di nav bajêr de çûn û hatina otomobîlan jî zehmet bû û hinek beşên rê hatin girtin.

Heta derengê şevê tîmên şaredariyê rêyên nav bajêr, mal û cihên kar ên tejî av bûbûn paqij kirin.

Di heman demê de li parêzgeha Agiriyê jî heta derengê şevê baran barî.

Li Agiriyê jî ji ber barîna zêde ya baranê, kolanên nav bajêr tejî av bûn û çûn û hatin zehmet bû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dîwane Heloyê Derbendîxanê

Dîwane Heloyê Derbendîxanê çima hatibû desteserkirin?

Sufî û qelender û dîwaneyê Derbendîxanê Dîwane Helo li ser gotegotan û tohmeta xapandinê berî bi çend rojan hatibû desteserkirin.