Ahmet Turk: Divê siyasetmedarên Kurd mafên gelê Kurd biparêzin

11-07-2025
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk PKK Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Turk got, "Diyalogek di navber Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de hebe, ew diyalog ji bo mafê gelê Kurd were meşandin baş e û wexta mafê gelê Kurd hat rojevê divê hemû siyasetmedarên Kurd mafê gelê Kurd biparêzin."

Îro komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Caseneyê çekên xwe danîn.

Di merasîma îmhakirina çekan de ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Rêveber a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.

Çekdanîna PKKyê li çar aliyên cîhanê tê şopandin.

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê Ahmd Turk yek ji wan kesan bû ku beşdarî merasîma îmhakirinan çekan bû.

 Ahmd Turk çekdanîna PKKyê ji Rûdawê re nirxand.

Ahmet Turk danîna çekan wekî rojeke dîrokî bi nav kir û got:

"Îro di nav Kurdan de siyaysetenû hat avakirin û dê berdewam bike.

Şerê çekdarî 40 salan berdewam kir lê baweriya me ew e ku pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseteke demokratîk çareser bibe. Îro jî ev gav hate avêtin.”

Turk her wiha amaje bi yekê kir ku "ji bo aştiyeke bi rûmet û mafê gelê Kurd” çi ji destê wan bê ew dê bikin.

Piştî vê danîna çekan, li ser gavên ku divê Tirkiye jî bo mafên Kurdan biavêje Ahmet Tirk wiha anî zimên:

"Li Tirkiyeyê hevdîtin çêdibin û niha dê li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin.

Di wê komîsyonê de ji bo hiqûqa gelê Kurd, ji bo wekheviya gelê Kurd dê nîqaş çêbibin.

Daxwaziya me wekhevî ye, edalet e, hemû gel bi biratî û wekhevî jiyanekê bi hev re bimeşînin.

Em dixwazin gelê Kurd, gelê Tirk û gelê Ereb di Rojhilata Navîn rêz li hev bigirin. Bi vî awayî em dikarin demokrasî, edalet û wekheviyê bînin Rojhiêata Navîn."

Li aliyê din Ahmet Turk ji ber rol, xizmet û alîkariya wan a di pêvajoyê de spasiya Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî kir.

Her wiha Ahmet Turk diyar kir ku diyalogek di navber Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de hebe, "ew diyalog ji bo mafê gelê Kurd were meşandin baş e û wexta mafê gelê Kurd hat rojevê divê hemû siyasetmedarên Kurd mafê gelê Kurd biparêzin. Îro jî ew roj e."

Li aliyê din, Turk da zanîn ku piştî vê pêgava PKKyê ew dê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê berdewan bikin û derbarê mijarê nêrînên siyasetmedarên Kurd wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst