Li bajarên Kurdan herî zêde mela derziya Coronayê li xwe didin

Amed (Rûdaw) - Li bajarên Kurdan herî zêde zanayên olî ango mela xwe vaksîn dikin. Li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê 16 hezar mela hene û ji sedî 80'ê meleyan çûne û derzî li xwe dane. Melayên Kurdistanê pêşengiya vaksînê dikin.

Piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hêj jî di mijara vaksînkirinê de li dû hemû bajarên Tirkan in. Piraniya kurdan sersarî dikin û naçin deriyê li xwe nadin.

Bajarê Amedê di rêjeya vaksînkirinê de di rêza herî dawî de ye. Heta niha doza yekemîn û duyemîn jî tê de bi giştî 700 hezar kes vaksîn bûne.

Ji ber nexweşiya coronayê niha li nexweşxaneyan 570 kes têne dermankirin. Ji van nexweşan rewşa 128 kesan giran e. Li gorî gotina pisporan li bajêr li hemberî vaksînê ango aşiyê sersariyeke mezin heye.

Lê balkêş e hejmara zanayên olî ango melayên ku xwe vaksîn kirine ji gelek pîşeyan zêdetir e. Ferît Tanriverdî jî yek ji wan zanayên olî ye ku beriya herkesî çûye vaksîn bûye. Ew dibêje hevalên wî niha di hêla vaksînê de pêşengiya civakê dikin.

Zanayê olî Ferît Tanriverdî dibêje: “Pisporan pêşniyar kir, gotin fêde di vî karî de heye. Em fikirîn, paşê em çûn li hemberî vê nexweşiyê me aşiya xwe kir û xwe muhafaza kir. Em dixwazin miletê me jî xelkê me jî biçin bi dilekî rihet aşiya xwe bibin. Fêdeya aşiyê heye, zirara aşiyê tune ye.”

Li bajarê Amedê 2 hezar û 600 zanayên olî hene. Li gorî amarên Sendîkaya Zanayên Olî Diyanet-Senê ji sedî 80ê zanayên olî xwe vaksîn kirine.

Serokê Diyanet-Sen a Amedê Omer Evsen jî got: “Heyata însan ji her tiştî pêşde ye. Ji ber vê yekê divê mirov jiyana xwe biparêze. Em dikarin vê weke fetwayek binirxînin. Li herêma me bi qasî 16 hezar mela hene û heta niha ji edî 80'ê melayan aşiya xwe kirine. Înşelah van rojan ev dê ji sedî 90'î jî derbas bike.

Di serî li Amedê, li bajarên kurdan Sêrt, Ruha, Mêrdîn, Êlih û Îdir ji ber ku xwe vaksîn nekirine hejmara pêketiyên koronayê ji hemû bajarên din zêdetir e. Di rewşeke wiha de vaksînkirina zêde ya zanayên olî ji bo civakê jî dibe mînak.