HPGyê nasnameya 2 fermandarên payebilind ragihand

11-08-2025
RÛDAW
Nîşan HPG PKK Nureddîn Sofî Koçero Urfa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku fermandarên wê Metîn Arslan û Nûreddîn Sofî di demên cuda de jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya HPGyê bi boneya 41emîn salvegera destpêkirina şerê çekdarî yê 15ê Tebaxa 1984an daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 2 fermandarên wê yên payebilind di demên cuda de di encama êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest daye.

Ev yekem car e ku HPG mirina van her du fermandaran bi awayekî fermî radigihîne.

Li gorî daxuyaniya HPGyê Koçero Urfa ku navê wî yê fermî Metîn Arslan e, di Çiriya Paşîn a 2019an di encama êrişeke asmanî ya balafirên Tirkiyeyê de de canê xwe ji dest daye.

HPGyê her wiha da zanîn ku Xelef Mihemed (Nûreddîn Sofî) ku yek ji berpirsên payebilind ê PKKyê bû xelkê Rojavayê Kurdistanê bû di 6ê Nîsana 2021ê de li Herêma Kurdistanê di êrişekê de jiyana xwe ji dest daye.

17ê Gulana 2021ê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku fermandarê payebilind ê PKKyê Nûreddîn Sofî di operasyonekê asmanî de hatiye kuştin.

HPGyê her wiha ragihand ku fermandarê wê yê payebilind Nûreddîn Sofî (Xelef Mihemed), di 6ê Nîsana 2021ê de di êrişeke li Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye.

Nureddîn Sofî ji Rojavayê Kurdistanê ye. 

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî got, “Xelef El Mihemed (Nûreddîn Sofî) ku berpirsê giştî yê PKKyê yê Sûriyeyê bû di operasyoneke li Bakurê Îraqê de hatiye kuştin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst