Amed (Rûdaw) - Panela bi navê "Ji Sînoran Wêdetir: Ciwanên Kurd, aîdiyet û di cîhaneke pirqutbî de nasnameyên serneteweyî " ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî ve li Amedê hat lidarxistin, ronî xist ser pirsgirêkên ku ciwanên Kurd ên hem li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û hem jî li diyasporaya Ewropayê rûbirûyê wan dibin.
Akademîsyen, lêkoler, rojnameger û nûnerên saziyên civaka sivîl ên ji welatên cuda beşdarî çalakiya ku li Navenda Gastro-Înovasyonê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê hat lidarxistin bûn.
Di bernameya ku ji aliyê UKRI Social Science Impact Accelerator û British Academyê ve hatibû piştgirîkirin de ji Zanîngeha Royal Hollowayê Dr. Mashuq Kurt û ji Zanîngeha IMC Kremsê Dr. Bariş Oktem encamên lêkolînên xwe yên derbarê ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn parve kirin.
Pisporan diyar kir ku ciwanan bi rêya pratîkên xwe yên dîjîtal ên rojane "habîtuseke Kurdî ya dîjîtal" ava kiriye.
Li gorî encamên lêkolînê, ciwanên Kurd ên li diyasporayê, li gorî şert û mercan hevsengiya di navbera xuyabûn û ewlehiyê de ava dikin û "birêvebiriyeke aîdiyetê ya zîrek" nîşan didin.
Encameke din a balkêş ew bû ku aîdiyet êdî ne li ser axê, di ser torên dîjîtal re bi xeyaleke hevpar tê avakirin.

Ciwanên li Tirkiyeyê xwe wekî "parêzvanên mafan" pênase dikin
Reha Ruhavioglu û Berfîn Coşkun ên ji Navenda Lêkolînên Kurdî amarên ku ji lêkolînên xwe yên berê yên li ser ciwanan bi dest xistibûn bi beşdaran re parve kirin.
Di axaftinan de, guherîna pêwendiya ciwanên Kurd a bi siyasetê re di deh salên dawî de, awayên xwedîlêderketin û xuyakirina Kurdbûnê û veguherîna pêwendiyên wan ên bi Tirkiyeyê re hatin nirxandin.
"Cudakarî rasterast bandorê li ciwanan dike"
Berfîn Coşkunê di panelê de li ser bingeha encamên lêkolînê tespîtên girîng kirin.
Coşkunê diyar kir ku ciwanên Kurd bi piranî xwe wekî "parêzvanên mafên Kurdan, dindar û azadîxwaz" pênase dikin.
Coşkunê tekezî li ser wê yekê kir ku cudakarî û newekheviyên herêmî yên li Tirkiyeyê rasterast bandorê li ciwanan dikin.
Li diyasporayê pirsgirêka "rasta tundrew" û entegrasyonê
Dr. Mashuq Kurt anî ziman ku beşeke girîng a diyasporaya Kurdan a li Ewropayê ji ciwanan pêk tê û şerê Sûriyeyê û sedemên siyasî-aborî koçberî zêde kiriye.
Kurt destnîşan kir ku ciwan li Ewropayê di navbera rasta tundrew û atmosfera nû ya mihafezekar de asê mane û pirsgirêkên entegrasyon û aboriyê dijîn.
Qada dîjîtal bû "mecraya pêşeng a aktîvîzmê"
Dr. Bariş Oktem jî derbarê bikaranîna medyaya civakî ya ji aliyê ciwanên li diyasporayê ve nirxandinên balkêş kir.
Bariş Oktem da zanîn ku ciwanên li diyasporayê li ser medyaya civakî pêşhatên derbarê cografyayên cuda yên Kurdan bi awayekî berfireh belav dikin û wan bi şêwazeke dûrî tundiyê qada dîjîtal veguherandiye "mecraya pêşeng a aktîvîzmê".

Li Ewropayê piştgiriya ji bo ciwanan zêde dibe
Bîlal Ata Aktaşê ji Tora DYPALLê ku armanca wê li seranserî Ewropayê bipêşxistina beşdariya ciwanan a di pêvajoyên biryardayînê de ye diyar kir ku li Ewropayê piştgiriya ji bo ciwan û medyayê zêde dibe û ciwan bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyên biryardayînê dibin.
Panel piştî beşa nîqaşê ya ku pirs û şiroveyên beşdaran hatin wergirtin bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse